Divê biryarên DMME û DDB’ê pêk bên

  • 09:04 28 Gulan 2026
  • Rojane
ENQERE - Akademîsyen Işin Unal da zanîn ku ji bo avakirina aştiyê gavên qanûnî girîng in û got qanûnên heyî niha pêk bên wê pêşî li têkoşînê vebike. Kezban Kalin jî got bi pêkanîna biryarên DMME û DDB’ê wê piştgiriyê bide pêvajoyê.
 
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27’ê Sibatê de banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ kir û pêvajoya nû destpê kir. Gelek jinên ku deng dan aştiyê diyar kirin ku pêvajoyeke aştiyê ya jin tê de cih negirin wê kêm bimîne.
 
Akademîsyen Işin Unal û Kezban Kalin ku îmze avêtin danezana ‘Em nabin hevkarî vî sûcî’ der barê girîngiya têkoşîna jinan de axivîn.
 
‘Em jin avakirina aştiyê dixwazin’
 
Işin Unla got ji bo aştiyê wê heta dawî têbikoşin û got: “Armanca jinan aştî ye. Ji bo hemû civakê aştî pêwist e. Jin bi hezaran salan di bin zextan de ne. Pêvajo diçe ku derê nayê zanîn. Lê em jin ji bo aştiyê têdikoşin. Em ê bi ser kevin. Divê aştî bê avakirin.”
 
‘Qanûnên heyî wê pêşî li têkoşînê veke’
 
Işil Unal wiha dawî lê anî: “Ji bo avakirina aştiyê gavên qanûnî girîng in. Qanûnên heyî niha pêk bê wê pêşiya têkoşînê jî vebike. Hêviya me heye. Em ê bi ser kevin. Em ji bo aştiyê têdikoşin. Divê dewlet jî gavê bavêje. Me aştî qet nejiya lê em ê aştiyê li gorî dilê xwe ava bikin. Em ê ji bo hedefa xwe têbikoşin. Divê jin her tim bi xwedî hişmendiya ku çi dixwazin de bin û bi awayekî kolektîf daxwazên xwe bînin ziman.”
 
‘Bi keda jinê wê aştî bê’
 
Ji rêveberiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Enqereyê Kezban Kalin jî daxuyakirin ku hebûna jinan a li her qadê girîng e û wiha domand: “Divê jin ji îstîhdamê heta aboriyê di her qadê de hebin. Aştî pêk bê wê bi destê jinan, keda jinan pêk bê. Em jinan di hemû têkoşînan de di eniya pêş de dibînin. Divê em ji bo aştiyê jî têbikoşin. Aştî wê bi keda jinan pêk bê. Pêkhatina biryarên DDB û DMME’yê jî wê piştgiriyê bide pêvajoyê.”