Pervîn Bûldan: Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye
- 14:51 28 Gulan 2026
- Ramyarî
WAN - Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2'yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Pervîn Buldan a ku di bernameyê de axivî, wiha got: “Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be.”
Rêxistina DEM Partiyê ya Wanê di roja 2'yemîn a cejnê de li avahiya xwe bernameya pîrozbahiya cejnê li dar xist. Endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûldan, parlementerên DEM Partiyê yên Wanê, hevserokên DEM Partî û DBPê yên Wanê, endam û nûnerên saziyên sivîl û demokratîk ên bajêr û gelek welatî tev li bernameyê bûn.
Di bermnameyê de hevserokê DEM Partiyê yê Wanê Veysî Dîlekçî û Hevseroka DBPê ya Wanê Gonul Ûzûnay xêrhatina gel kirin û cejana gel pîroz kirin.
‘Birêz Ocalan ji bo derketina qanûnan di nav hewldaneke mezin de ye’
Dû re endama Heyeta Îmraliyê Pervîn Bûladan axivî û bal kişand ser hevdîtina heyata Îmraliyê ya di 24ê Gulanê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girava Îmraliyê pêk aniye û ev tişt gotin: “Tendirustî û moralê Birêz Ocalan gelek baş bû. Hevdîtin 3 saetan dewam kir, piranî li ser çarçoveya qanûna ku dê di meclîsê de derkeve bû. Birêz Ocalan diyar kir ku ji bo ev qanûn derkeve di nav hewldaneke pir mezin de ye. Baweriya wî bi vê pêvajoyê heye. Ev qanûn dê ji 7-8 madeyan pêk were û ji bo heta demekî derbasdar be. Birêz Ocalan diyar kir ku dîtina wî ya vê taslaxê girîng e, pêwîst e ev taslax dema derket em li ser vê taslaxê li hev bikin. Li gor vê qanûnê dê endamên rêxistinê ji vê qanûnê sûdbigirin û bixwazin werin Tirkiyeyê yan jî welatekî din dê werin.”
‘Çavê gelê me li van qanûnan e’
Pervîn Bûldan diyar kir ku dê ji bo ku qanûn bên amadekirin bi hemû hêza xwe di nav hewldanê de bin û ev nirxandin kir: “Piştî cejnê em ê ji bo ev qanûn derkevin di nav hewldanan de bin. Ji bo beriya ku meclis were girtin ev qanûn bên amadekrin em ê bi aliyên têkildar re hevdîtinin xwe bidomînin. Ji ber ku divê ev qanûn bêyî ku bê derengxistin, demildest bê derxistin. Em di pêvajoyeke ku xetereyên mezin di nav xwe de dihewîne de ne. Wekî ku Birêz Ocalan jî diyar kir divê qet wext neyê derbaskirin, bi awayekî lez û bez em hevdîtinên xwe bikin, ji bo derketina vê qanûnê hewldanên xwe xurt bikin. Ev taslaxa qanûnê amade bibe û em bibin pêşkêşî Birêz Ocalan bikin. Piştî ku ev qanûn derkeve bêguman di warê demokratîkbûnê de jî gav bên avêtin. Çavê gelê me li van qanûnan e.”








