ROJEVA 02'YÊ HEZÎRANA 2026'AN

  • 09:00 2 Hezîran 2026
  • Rojev
* Jinan diyar kirin ku fatureya giran a şer li jin û zarokan tê birîn û bang kirin ku divê azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ewlehiya destûra bingehîn pêk bê. Her wiha jinan got sedsaleke din ya Tirkiye winda bike tuneye. BI DÎMEN 
 
* Li Colemêrgê ji navenda bajar bigirin heta qadên çiyayî bi kamera û pêkanînên ‘herêma ewlehiya taybet’ di bin dorpêçê de ye. Rê, zozan, herêmên bejahî bi zêdebûna kontrolên leşkerî veguherîne girtîgeha vekirî. DÎMEN HEYE
 
* Sevîm Keskîn a li KURDÎGEH’ê mamostetiyê dike, bertek nîşanê bikarneanîna zimanê Kurdî di qadên ceêaweriyê de da û got: “Tevî pêvajoya aştiyê zimanê dayikê yê gel nayê qebûlkirin. Em vê qebûl nakin. Gel bi ziman û çanda xwe dikarin bijîn. Civaka zimanê xwe winda bike nasnameya xwe jî winda dike. Ji ber vê divê em xwedî li ziman û hebûna xwe derkevin.” DÎMEN HEYE
 
* Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr bernameya ’10 salê malbat û nifûsê’ ya destilatdariyê nirxand û got bedena jinê di navenda polîtîkayên nifûsê de hatiye bicihkirin û got: “Jin ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Lê xurtkirina malbatê jî tundiya mêr-dewletê giran dike. Divê jin xeta têkoşîna hevpar mezin bikin.” BI DÎMEN 
 
* Parêzer Rengîn Ergul da zanîn ku divê der barê mafê hêviyê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guherîna qanûnî bê kirin û got ew wek rêxistinên civaka sivîl pêvajo şopandina komîteyê dişopînin û di amadekariyên nû de ne. BI DÎMEN
 
*Şadîye Manap ku 30 salan li pişt deriyên hesinî hatibû girtin, niha bîranîna dîrokekê ku tê bêdengkirin, zindî dike. “Av jî Dinivîse” ne tenê pirtûkek e; ew wekî dengê berxwedanekê yê li dijî înkar, tecrît û demê tê pêşberî xwendevanan. Vegotina Şadîye Manap ji sînorên jiyaneke şexsî derbas dibe, şahidiya birînên ku li ser bîra kolektîf a gelan çêbûne û têkoşînên ku ji wan birînan derdikevin dike.DÎMEN HEYE
 
*Piştî rapora ji Buroya Sûc a Neteweyî, doza Rojwelat Kızmaz piştî du sal û nîvan ji nû ve hate lêkolînkirin. Li gorî raporê, telefona Rojwelat Kızmaz piştî doza Gulistan Doku bi 46 rojan girtî maye.