‘Dixwazin jinan bi polîtîkayên malbatê hepsî nav çar dîwaran bikin’

  • 09:05 2 Hezîran 2026
  • Rojane
STENBOL - Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr bernameya "10 salê malbat û nifûsê" ya destilatdariyê nirxand û got bedena jinê di navenda polîtîkayên nifûsê de hatiye bicihkirin û got: “Jin ji bo mafê jiyanê têdikoşin. Lê xurtkirina malbatê jî tundiya mêr-dewletê giran dike. Divê jin xeta têkoşîna hevpar mezin bikin.”
 
Bernameya "10 salan a Malbat û Nifûsê" ya ku desthilatdariyê di Rojnameya Fermî de weşand û xist meriyetê, wek asteke nû ya polîtîkayên ku jin ji jiyana civakî tên qûtkirin û hepsê malê dikin, tê nirxandin. Jinên diyar dikin ku mafê jiyan, beden, azadî û keda jinê hedef tê girtin, li dijî vê banga mezinkirina têkoşînê dikin. Seroka Komeleya Dema Jinê Şukran Demîr der barê mijarê de axivî.
 
‘Jin wek alav tên pênasekirin’
 
Şukran Demîr got ku bi bernameya "10 salên malbat û nifûsê" mijara welidînê derxistine pêş û got jin wek alav tên dîtin, hewl didin mijara welidînê ya ku ketiye ji nû ve bilind bikin. Şukran Demîr wiha anî ziman: “Sernavê welidînê yê di bernameyê de bi tena serê xwe neheqiyeke li dijî jinan e.Jin îro neçar dimînin ji bo mafê jiyanê têbikoşin. Em cînayetên li dijî jinan yên her diçin zêde dibin li ber çavan bigirin. Malbatê derdxin pêş û jinan, azadiya jinan tune dihesibînin. Em vê baş dibînin. Ji ber vê em neçarin têbikoşin.”
 
‘Ji bo başkirinê tu hewldanek tune ye’
 
Şukran Demîr balkişand ser pirsgirêkên jinan ên di qada aborî, civakî, siyasî, wekhevî, xizmeta nava malê, kedê de dijîn û got divê ev pirsgirêk bên başkirin. Şukran Demîr wiha dirêjî dayê: “Di şevekê de peymana ku jin diparastin fesh kirin. Em îro ji ber vê şahidiya qetilkirina jinan dikin. Yên biryarê didin, yên polîtîkayan derdixin, ji bo parastina jinan tedbîran nagirin rojeva xwe. Lê em dinêrin ku îro nifûs şûnde ketiye û ji bo vê xilas bikin plana 10 salî aşkera  dikin. Jin jî pirsa ‘çima peymana Stenbolê fesh kirin’ dipirsin û têkoşîna xwe didin. Ji bo başkirina mafên civakî, perwerde, aborî û hemû mafên civakî dikarin hinek tişt bên kirin. Lê mixabin tu tiştek nayê kirin. Ji bo başkirinê hewldanek tune ye.”
 
Şukran Demîr di dawiya xaftina xwe de anî ziman ku yekane riya têkoşîna li dijî bernameya "10 salên malbat û nifûsê" berfirehkirina xeta têkoşîna yekbûyî ya jinan e û divê jin ji her demê zêdetir ligel hev cih bigirin û bibin yek.