KJAR’ê ji bo jinên Efganistanê bang kir
- 12:09 12 Hezîran 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - KJAR’ê ji bo jinên Efganistanê bang kir û hate gotin; “Pirsgirêka jinên Efganistanê sînorên erdnîgarî nas nake. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak dikin ku em hemû bibin dengê jinên Efganistanê.”
Daxuyaniya Komalgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) bi vî rengî ye:
“Rojhilata Navîn îro di qonaxeke dîrokî de ye. Siyaseta şerxwaz a dewlet-neteweyan li dijî civakê roj bi roj berfireh dibe. Di navenda vê kaosa dîrokî de, hêzên civakî û bi taybetî jin, guherbarên herî hestiyar, stratejîk û diyarker ên siyasî yên herêmê ne û hêza bingehîn a guherînê pêk tînin.
Di çend rojên dawî de em şahidê êrîşên rejîma Talîbanê ya li dijî jinên Efganistanê bûn, êrîşên ku demeke dirêj e bi awayekî domdar heta îro jî didomin. Dema ku em li siyaseta pergala zilamsalar dinêrin şîrovekirina van êrîşan ne zehmet e. Ji ber ku tirsa hevpar a Talîban û pergala serdest a Îranê jin e.
Li aliyekî, li Efganistanê hewl tê dayîn ku jin ji hemû qadên jiyanê werin dûrxistin, li aliyê din jî li Îranê sêdareyen rejîmê roj bi roj zêde dibin. Her du rejîm jiyana xwe ya îdeolojîk bi kontrolkirin zordestî û tunekirina jinan ve girê dikin. Ya ku îro li Îran û Efganistanê derbas dibe, du rûyên yek pereyê ne û ji heman zihniyeta zilamsalar derdikevin.
Bi salan e ku mijara azadiya jinan û gihîştina wan bi mafên wek mafê nan, kar û jiyanê bûye doktrîna ewlehiyê, bûye xetereyek ji bo rejîma Talibanê. Ji ber vê yekê li Efganistanê deriyên dibistanan û zanîngehan li ser keçan tên girtin, mafê kar ji wan tê standin û heta dengê jinan di qada giştî de wek sûc tê dîtin, hewldanek sîstematîk a ji bo tunekirina hêza pêşeng a civakê ye.
Lê di beramberî vê hegemonya zordariyê de ya ku di binyata civaka Îran û Efganistanê de pêk hatiye, derketinekî nû ya îdeolojîk a jinan e. Sloganên “Jin, Jiyan, Azadî” û “Nan, Kar, Azadî” tenê daxwazên aborî yan siyasî yên demkurt nînin, ev slogan manîfesta fikrî ya nû ya Rojhilata Navîn in.
Ev felsefeya nû nirxên bingehîn ên Rojhilata Navîn ji nû ve pênase dike. Ji ber vê yekê divê em li ser vê rastiyê bisekinin ku jin ne li kêlekê jiyanê ye, belkî navenda bingehîn a dubare afirandina çand, hişmendî û azadiyê di civakekê de ye. Ya ku îro tê jiyan kirin, berxwedana çend salan a jinan a li dijî hizra tarî ye.
Di dawiyê de wek KJAR em her cure şîrovekirinên dogmatîk û siyasetên dijmirovî yên rejîma Talibanê yên li dijî çalakî û beşdariya jinan a di hemû qadên civakê de, şermezar dikin. Her wiha em dibêjin ku pirsgirêka jinên Efganistanê sînorên erdnîgarî nas nake. Ji ber vê yekê em bang li hemû hêzên azadîxwaz û bi taybetî li jinên çalak dikin ku em hemû bibin dengê jinên Efganistanê.
Bijî tekoşîn û çalakiyên jinên Efganistanê
Bijî yekgirtina jinan
Jin, Jiyan, Azadî”








