Doza Nîhat Kazanhan cardin hat taloqkirin

  • 12:08 12 Hezîran 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Doza Nîhat Kazanhan ê ku ji aliyê polîs Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû kuştin dîsa hat taloqkirin.
 
Danişîna 16emîn a doza Nihat Kazanhan ê 12 salî ku di 14'ê Çileya 2015'an de li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Nûrbakî Goçmez ve hatibû kuştin li 1emîn Dadgeha Cezayên Giran a Cizîrê hat lidarxistin.
 
Di danişînê de dayik û bavê Nihat Kazanhan û parêzerên malbatê amade bûn. Danişîn bi tespitkirina nasnameyê destpê kir. Piştre bavê Nihat Kazanhan, Mehmet Emîn Kazanhan gotinên xwe yên di danişînên berê de dubare kir û xwest Mehmet Nûrbakî Goçmez were girtin.
 
Parêzerê malbatê Osman Cîngoz jî xwest Mehmet Nûrbakî Goçmez were dîtin û bê cezakirin.
 
Pişti parastina parêzer, heyeta dadgehê ji ber kêmasiyên di dosyeyê de dozê taloqî 9'ê Îlona 2026'an kir.