Di konferansa komarê de pêşniyara konfederalîzma jinê
- 11:02 14 Hezîran 2026
- Rojane
STENBOL - Rûşen Seydaoglu di pêşkêşiya xwe ya di konferansa bi sernavê "Rola Damezrîner a Jinan di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de" de diyar kir ku demokratîkbûn tenê bi rizgariya jinan mimkun e û Konfederalîzma Jinan a Demokratîk wekî sîstemek navneteweyî pêşniyar kir.
Li ser banga gelek siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend û akademîsyenan li eywana Navenda Çandê ya Cem Karaca ya navçeya Bakirkoya Stenbolê ‘Konferansa di Sedsala 2yemîn De Veguherîna Komarê ya Demokratîk’ di roja 2'yan de berdewam dike . Rûniştina 4an a konferansê bi mijara “Ji Civakê Ber bi Komarê ve: Derfetên Demokratîkbûnê ” dest pê kir. Siyasetmedar û parêzvanê mafê mirovan Akin Birdal moderatorî kir. Nivîskar Şukru Aslan ku li ser mijara “Tevna Civakî ya Pirreng ku bi Siyaseta Yekreng a Komarê Hate Tengkirin” rawestiya û anî ziman ku di belgeyên fermî yên dewletê de jî li ser zimanên dayikê yên li Tirkiyeyê lêkolînek hatiyê kirin. Aslan wiha got: “Li gor vê lêkolînê li Tirkiyeyê ji bilî Tirkî 21 zimanên dayikê hene. Li gor lêkolîna min bixwe hejmara zimanên dayikê ji 21 zimanan jî zêdetir e. Ji ber ku di wê lêkolînê de cih nedabûn zimanê Suryanî. Lê piştî avakirina komarê li dijî hemû netewan polîtikayên Tirkirinê hate meşandin.”
Parêzer û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ruşen Seydaoglu li ser mijara “Di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de Rola Damezrîner a Jinan” axivî û ev tişt anîn ziman: “Tevgera Jinên Kurd tespîta dewlet nikarê azadiyê bîne û veguherîn bi civakê pêkan e, kir. Li dijî pergala baviksalarî ku jinan di malê de dilgirtî dihelê û li ser jinê desthilatdariyê pêşdixin paradigmaya hevjiyana azad pêşxist. Helbet di pêşxistina vê paradîgmayê de bi hevaltiya Serok Ocalan bi jinan re bi bandor bû. Pergala azadiya jinê dikare ji demokratîkirina komarê re bibe mînak. Tornusula komara demokratik ew e ku yên rastî cihekariyê hatinê dê çawa mijara jinê binêrin ve tekildarê. Weke mînak hevalên me yên em bi hev re dimeşin û rastî cihekariyê tên gelo dê bikarin dev jî gotinên li ser jinan berdin. Daxwaza azadiya jinan gelo dê bikare bibe daxwazeke hevpar. Demokratîkbûyina komarê bi vî awayî pêkan e.”
Nivîskar û siyasetmedar Mehmet Bekaroglu ku li ser mijara “Neteweperwerî, Welatparêzî an Hemwelatî?” rawestiya bi lêv kir ku ew dê çawa bi hev re bijîn an jî çawa dê bibin hemwelatiyên vî welatî yek jî mijara pêşerojê ye û got ku hewcedarî bi pênaseyeke nû ya netewbûnê heye.
Endamê Heyeta Îmraliyê Ozgur Erol jî li ser “Komar, Kurd û Derfeta Veguherîna Demokratîk a Hiqûqî” axivî û destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser komarê hê nirxandinan dike. Erol ev tişt anîn ziman: “Serok Ocalan dibêje komar demokratîk nebûye. Pêvajoya em di nav de dijîn jî entegrasyona Kurdan bi komareke demokratîk re ye. Banga 27ê Sibatê di heman demê de banga demokratîkkirina komarê bû. Hinek dibêjin dê di vê pêvajoyê de Kurd jî sûd bigirin. Dê helbet sûd bigirin. Hûn ê çawa sûd bigirin Kurd jî dê wisa sûd bigirin. Tenê Kurd li derveyî hiqûqê nehatinê hiştin di heman demê de dervayî civakiyê jî hatinê hiştin. Pirsgirêka Kurd ne bi mafên takekesî bi awayekî nasîna mafên kolektif dikarê çareser bibe. Hewcehî bi qanûneke aştiyê heye. Ew jî yek nasîna raperîna Kurdan ji bo siyaseta demokratik e. Ew qanûna mîsogeriya tevlîbûna hemû endamên rêxistinê di nav siyaseta demokratîk de ye. Serok Ocalan gelek caran balê dikşînê ser tîfaqa Mezopotamya û Anatoliyayê. Bi sed salan bi hev re jiyane. Birêz Ocalan dibêje civakeke ku pir bi hêrs e bêyî fikreke mezin û exlaqeqî mezin nikare guherînê pêkbîne. Ocalan destnîşan dike ku ew ji bo vê yekê di pêvajoyê de acele dikin. Di encamê de divê em hiqûqa Kurdan biparêzin û em ê vê bikin. Li rex vê, em ê hiqûqa jin, xweza û kedê jî biparêzin.”
Parêzer û aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûşen Seydaoglu li ser mijara “Di Avakirina Demokrasî, Aştî û Azadiyan de Rola Damezrîner a Jinan” axivî û ev tişt anîn ziman: “Tevgera Jinên Kurd tespîta dewlet nikarê azadiyê bîne û veguherîn bi civakê pêkan e, kir. Li dijî pergala baviksalarî ku jinan di malê de dilgirtî dihelê û li ser jinê desthilatdariyê pêşdixin paradigmaya hevjiyana azad pêşxist. Helbet di pêşxistina vê paradîgmayê de bi hevaltiya Serok Ocalan bi jinan re bi bandor bû. Pergala azadiya jinê dikare ji demokratîkirina komarê re bibe mînak. Tornusula komara demokratik ew e ku yên rastî cihekariyê hatinê dê çawa mijara jinê binêrin ve tekildarê. Weke mînak hevalên me yên em bi hev re dimeşin û rastî cihekariyê tên gelo dê bikarin dev jî gotinên li ser jinan berdin. Daxwaza azadiya jinan gelo dê bikare bibe daxwazeke hevpar. Demokratîkbûyina komarê bi vî awayî pêkan e.”







