Pexşan Ezîzî: Dosyaya min bi lîstikeke siyasî ve girêdayî ye!

  • 16:25 14 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiya siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Evîn a Tehranê girtî ye û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, di nameya xwe ya nû de balê dikişîne ser rewşa doza xwe û sûcên bi ser de hatine sepandin, şer û geşedanên herêmê. Pexşan Ezîzî dosyayê her wiha rewşa dosyaya xwe wekî lîstikeke siyasî pênase kir.
 
Girtiya siyasî Pexşan Ezîzî ya li girtîgeha Evîn a Tehranê tê girtin û cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, ji girtîgehê nameyek belav kir. Pexşan Ezîzî di nameya xwe ya nû de balê dikişîne ser rewşa doza xwe û sûcên bi ser de hatine sepandin, şer û geşedanên herêmê.
 
Nameya Pexşan Ezîzî wiha ye:
 
“Siyaset û exlaq di lûtkeya gotara xwe ya herî nexweş a dîrokî de ne.
 
Demeke dirêj bû ez bêdeng bûm. Di rewşeke wiha de ku destên te girêdayîne û çarenûsa te li ser lêva sînorê rawestiyaye, her gotinek dikare bibe bihayê jiyana te! Dema ku ziman ji te tê standin û nasnameya te ya mirovahiyê dixin bin pirsiyarê de, pêwîste tu hawar bikî û bibêjî; Ez hîna zindî me, hîna nefesê distînim û hîn li ser heman helwest û baweriyê rawestiyame.
 
Tu tişt neguheriye, ji bilî destwerdana hinek kesên berjewendperest û wan kesên ku xwe wekî siyasî didin naskirin, ewên ku li hundir û derveyî girtîgehê, bi armanca dabînkirina berjewendiyên xwe yên taybet an rêxistinî û dûrî exlaq û pênasên siyasî, hewla tunekirin û bêbandorkirina min dane.
 
Hinek kes bi navê gel de û hevaltî li gel siyasetan, hinekên din bi navê wan rêxistinên ku dîroka kuştin û karesatên min xistine nav qaliban, hinek ji wan ku ji hem dîroka xwe qut bûne, hinek ji wan ji bo paqijkirin û tunekirinê û hinek ji wan jî bi navê parêzvan û parêzeran ve di dema pêwîst de valahî çêkirine. Ji ber ku mirovahiya wan bi qasî berxwedana wan bûye, hemû siwariyên vê rewşa (qalibpêdayî) bûne.
 
Li vir pêwîste bê gotin; Dema ku tu bêdeng dibî, yên din nasnameya te destnîşan dikin. Lê rastî eve ku di dema bêdengiya te de, ev ne tu yî ku xwe didî naskirin, belku ewên ku di jiyana te de amade ne û dengê wan heye, wisa wêne û pênaseyekê ji bo te çêdikin ku heta dawiya temenê xwe tu neçar dibî di bin sîbera giran û barê giran ê wê bêdengiyê de gavan bavêjî.
 
Sê salin ez girtî me û du salin di bin cezayekî neheq û hov de dijîm. Bi qasî ku ez dizanim, ez tenê girtiya siyasî ya jinim ku heta niha çar caran cezayê darvekirinê li min hatiye pejirandin û carekê jî cezayê min hatiye betalkirin. Heta niha ne ez û ne jî parêzerê min, birêz Reîsiyan, ji tu rawestandina cezayî nehatine agahdarkirin. Ji bilî vê jî, rawestandina cezayî nayê wateya betalkirina wî.
 
Di dema van çend salan de, hem ez û hem jî malbata min wekî gelek malbatên din ên mehkûmên bi cezayê darvekirinê rojeke pir giran û aloz me derbas kiriye. Malbatekî xwedî rûmet ku hemû endamên wê tenê ji ber Kurdbûn û nasnameya xwe ya çandî hatine girtin û êşa girtîgehê kişandine.
 
Wekî ku pêwîst bûbe malbata min rabigihîne ku ne Îraniyên resenin daku bibin leheng, yan ez rabigihînim ku min ev hemû kar nekirine û ez ne lêkolînera civakî bûm, daku serê min li sêdar bilind bibe û dirûşmeya ‘Na ji darvekirinê re’ tenê ji bo berjewendiya rêxistinekê an komekê li girtîgehê de bê bilindkirin.
 
Ew neyasayiyane ku em bi xwezayî jê agahdarin û ez ji dosyaya xwe dizanim ka çi dest di piştperdeyê de heye û çi lîstikeke siyasî li hundir û derveyî girtîgehê heye ku nekirine û ceribandine! Gelek gotegot û direwên çêkirî afirandin.
 
Ez vê wekî tiştekî sosret nabînim, ji ber ku ez dîroka xwe baş dizanim. Ev du-sê sal tenê dubarebûna dîroka min bûye. Di bin girantirîn zext, gef û destdirêjiya fikrî û baweriyê de, ji dema binçavkirinê ve heta niha di vê girtîgeha siyasî de, ev hemû ji bo min bîranîna wê dîroka paşgûhxistî ya Kurdistanê ye ku her dem hewla tunekirina dengê wê hatiye dayîn.
 
Tu hevalê min nîne ji bilî min bi xwe. Heta nezanî, berjewendiya xweperestî û teslîmbûn hinek caran bûye sedema duberekî û dabeşbûneke wiha ku dîrokê ber bi şaşwaziyê ve dibe, min ev bi çavên xwe dîtiye.
 
Derbasbûna demê îspat dike ku ji bilî min bi xwe tu hevalekî min ê din nîne. Bêguman ev ne ji ber bêçaretiya me ya tame, belku ji ber naskirina cihek saxleme; heman ew dîroka ku ez ti carî pişta xwe nadimê ye.
 
Ger jiyanek hebe, ez bi serbilindî dijîm. Lê ger tenê ji bo wergirtina mafên xwe yên rewa wekî kesekî sînorî, paşgûhxistî û jêbirî ku daxwaza çand û xwe-rêveberiya xwe dikim, bêguman ez li ser redkirina cudaxwaziyê tekez dikim (ku her carê wekî helwesteke kevneperestane hatiye tomar kirin û ceza kirin). Ger ev cure cezayê neheq li ser vê yekê be, ez helwesta xwe radigihînim.
 
Her ji ber vê sedemê, careke din di dema şirovekirina rewşa siyasî ya niha de, ez dixwazim li vir, bi gotina xwe û di bin ronahiya baweriya xwe de, ne wekî cudaxwaz û şerxwazekî, helwestên xwe yên qahîm û zelal bixim ber çavan. Ji ber vê yekê;
 
1-Mijarên Rojhilata Navîn ne tenê girêdayî siyaseta hikûmetên paşkeftî yên herêmê ye, di heman demê de rewşek ku dîroka wê zêdetirî sed salî ye. Ev dîrok piştî şerê cîhanê yê yekem despêkiriye û piştî dabeşkirina xaka Rojhilata Navîn berdewam bûye. Ev şerê niha berdewamiya heman dabeşkirin û pêkhatina sinoraye.
 
Beşek ji xak, çavkanî û nefta  me ne kêmtirî ya ew beşa ku ji aliyê dewletên rojavayî û rojhilatî ve hatiye dagirkirin. Bi salane Rojhilata Navîn di nava şer û aloziyan de dijî. Çavkaniyên wê hatine talankirin, nefta wê hatiye zeftkirin û xwîna xelkê wê ji bo berdewamkirina sîstema sermayedarî ya cîhanê hatiye bikaranîn.”
 
Ev beşeke ji wê sermaya ku xelk daxwaza Wê dikin. Ew gelên ku bi salane nirx û çavkaniyên wan hatine talankirine û bi salane ewlehî û aramiya wan ji ber ceza û ambargoyên aborî xirabûye.
 
Ev sermayeyên diz niha bi ser civakan de diteqin û gel jî bêtir di nav xizaniyê de dinalîne. Niha dixwazin karê nîvco mayî yê şerê cîhanê yê yekem û duyem di Şerê cîhanê yê sêyem de temam bikin. Bi kîjan rêbazê û bi kîjan stratejiyê?! Ne diyare! Şerên wiha ku ne ji aliyê gel ve dest pê kirine û ne jî ji bo gel bi dawî dibin.
 
Sed salên borî dîroka reşkirina siyaset û exlaq a bi navê dewlet-netewê ye ku hişmendiya paşverû di nava siyaset û tevgerên girseyî de bilaveye û siyasetmedar jî bi heman rengî nêz dibin. Rola gel tenê hinceteke ji bo zordariya zêdetir nehiştin û lezkirina qirkirinane.
 
2-Wek beriya niha jî min diyarkir ku ez ne li gel vî şerê ku sîstema sermayedarî ya Amerîka-Îsraîl li ser xaka welatê min bi taybetî jî Rojhilata Navîn ku sed salin agirê şer li ser dibarînine dikin. Bi tûndî êrişên li ser her cihek wek dibistan, nexweşxane, hêzên alîkariyê û zanîngehan tên kirin, şermezar dikim. Êrişkirina van cihan li gor yasayên navdewletî sûcê şere. Mafê wan zarokan yê jiyanê hebû, neku yê mirinê.
 
3-Ez ti demê nebûme endamê rêxistinek diyarkirî, lêkolînerek civakî bûm. Bê guman li berçavgirtina cihê ku min lê karkirî (Rojava-Sûriye) li hinek cihan min alîkarî pêşkêş kiriye. Lê ev bi ti rengî nayê wateya ku ez endamê wanim.
 
4-Wek lêkolînerek civakê bi salan di kampeke penaberên şer yên Sûriyeyê de di rewşek herî xirab ya tendirustî û jiyanê de xizmet kir ku ji aliyê DAIŞ’ê ve êriş li ser hat kirin. Ez pêwîst dibînim ku bêjim; Li Sûriyeyek ku bi salane di şer de ye û rojane destdirêji li ser hemû aliyan tê kirin, propagandaya ku min wek endam dîtin tenê ji ber wêneyek, di rastiyê de şaşitiyek mezine.
 
5- Ez tu carî li gel cudaxwaziyê ku di serdema îro de helwesteke klasîk û paşverû ye nebûme hevnêrîn û nabim jî. Lê belê ez gihîştina mafên rewa yên civaka xwe di çarçoveya axa Îranê û avakirina federalîzma li vî welatî de dibînim. Heta ew xewna ku li ba min heye, yanî konfederalî li Rojhilata Navîn, wek parçeyekî xwezayî ji pêvajoya guhertina civakî ya cîhanî dibînim û ev jî yekane rê ye ji bo kêmkirina desthilata hêzên sermayedar ên cîhanî li herêmê.
 
Ez wek jinek Kurd, parastina çand û dîroka Kurdistan, Îran û Rojhilata Navîn wek berpirsiyariyeke dîrokî û mirovî dibînim ku di nav vê çarçoveyê de xwe pênase dikim. Ez tu carî cudaxwaziyê ku ji destpêka dîrokê ve wek tohmet li min hatiye barandin û ez pê hatime cezakirin, napejirînim.
 
6- Li gorî min, şêwaza herî baş a dîplomasiyê ya ji bo qebûlkirina aştiyeke bingehîn, diyaloga ligel gele, ne ligel wan aliyên ku her tişt li ser me sepandine û wan neyarên ku tenê firsetan dixwazine.
 
7- Di demek de ku hemû dîrok ji aliyê sîstema kapîtalîst ve di bin guhertin û tinekirinê de bûye, sîstema kapîtalîst a cîhanî çawa dikare hewla parastina dîroka min, koma min û tewra kesayetiya min a takekesî bide?
 
8- Ez di tu lîstokek siyasî ya di navbera hikûmet û rayedarên hikûmetê de nînim, ji ber ku hebûna karê min ê civakî ne hevalbendiya ligel hikûmetan, ev hebûnek bi temamî zanistî û akademîke, her wiha karê min ligel gele, ne ligel desthilatdarane.
 
9- Ji destpêkê ve ez her tim çalakvaneke serbixwe û karmenda alîkariya civakî (komeleya mirovan) bûm û ne girêdayî tu rêxistina bûm. Baweriya min bi karê çandî yê li ser pirsgirêkên civakî heye, daku bikaribe mejî û paşmayiyên dîrokî yên vê cîhanê paqij bike.
 
Di karkirina ligel gel de û di nav dilê civakê de, divê bi awayekî cidîtir kar were kirin daku tovê ramana wekhevîxwaziyê were çandin ku armanca wê jiyan be, ne mirin. Ev yek jî pêwîstî bi avakirina saziyên sivîl û serbixwe heye.
 
Ez dixwazim bijîm, ne ku bimirim.
 
Ez kesekim ji bo ku bijîm, ne ku wek kesekî ku pêşwaziya mirinê dike.
 
Ez destê hemû wan kesên ku bi pênase û naskirina min parastin li min kirine, çi li hindir û çi li derveyî zindanê, ji malbata min a dildar û ezîz, heta parêzerê min Kak Rênas hildidim û silav dikim. Spasdarê dilsozane ya her kesî me ku dûre ji her raman û helwesteke cuda.“