Ji aliyê Şaredariya Erxeniyê ‘Bazara Keda Jinê’ hat vekirin

  • 20:04 17 Hezîran 2026
  • Rojane
AMED - Şaredariya Erxeniyê bi armanca piştgirîkirina jinên hilberîner bi tevlîbûna gele kesan Bazara Taxê ya Keda Jinê vekir. Zehra Seçkîn Erdem diyar kir ku jin bi pêşandana berhemên xwe dikarin serxwebûna xwe ya aborî xurt bikin.
 
Şaredariya Erxeniyê ya Amedê bi armanca piştgirîkirina geşepêdana herêmî û zêdekirina tevlîbûna jinan a jiyana aborî, Bazara Taxê ya Keda Jinê vekir. Bazara ku li Park Ormana Yenîşehîrê dest bi xebatê kir, di qonaxa ewil de rojên çarşemê û di pêvajoya pêş de jî dê her rojên şemiyê xizmetê bide welatiyan. Endamên Meclîsa Şaredariyê, endamên Meclîsa Jinan a Şaredariyê, kedkarên Rêveberiya Polîtîkayên Jinan û gelek jinên kedkar beşdarî merasîma vekirinê bûn. Jinan bi hevre kurdele birîn û derbasî qada bazarê bûn. Di vekirina Bazara Taxê ya Keda Jinê de Rêvebera Polîtîkayên Jinan Zehra Seçkîn Erdem axivî.
 
‘Ev bazar cihê hevgirtinê ye’
 
Zehra Seçkîn Erdem, bal kişand ser girîngiya keda jinan û wiha axivî: “Jin ew in ku bi rastî kedê hildiberînin, lê mixabin ev keda wan pir caran nayê dîtin. Ev bazar ne tenê cîhek ji bo kirînê ye, di heman demê de cîhek hevgirtinê ye ku keda jinan tê de xuya dibe û jin dikarin bi pêşandana berhemên xwe jserxwebûna xwe ya aborî xurt bikin.”
 
Piştî bernameya vekirinê, mêvan li stantan geriyan û li berhemên jinên kedkar nihêrîn.