Koka dîrokî ya şerê taybet (5)

  • 09:03 19 Hezîran 2026
  • Dosya
Ji Lozanê heta îro li Kurdistanê polîtîkayên şerê taybet 
 
Rojda Aydin - Şehrîban Aslan
 
AMED - Li Kurdistanê ku bi Peymana Lozanê bû çar parçe, sedsalek e ku polîtîkayên şerê taybet ên ku nasname, çand û nirxên civakî yên Gelê Kurd hedef digirin, hîn berdewam dike. Ev polîtîkayên ku jin û ciwanan herî zêde digirin nav xwe, armanc dikin ku civakê bi rêya bişaftin, koçberî, xîzanî, hilweşîna çandî û qetilkirina jinan teslîm bigirin. 
 
Gelê Kurd û erdnîgariya Kurdistanê bi sedsalan e ku ji aliyê hêzên kedxwar û serdest ve rastî polîtîkayên înkar, îmha û bişaftinê hatiye. Bi taybetî ji nû ve bi teşekirina pergala netewdewletê li Rojhilata Navîn di destpêka sedsala 20’an de, polîtîkayên li hember Gelê Kurd gihîştin asteke cûda. Peymana Lozanê ku di sala 1923’an de hat îmzekirin û Kurdistan kir çar parçe, ne tenê dabeşkirina erdnîgarî, di heman demê de destpêka siyasetek demdirêj a ku armanca wê parçekirina nasname, çand û hebûna civakî ya Kurdan bû. 
 
Ev polîtîkayên li dijî Gelê Kurd tenê bi rêbazên leşkerî ve sînordar neman. Bi rêya stratejiyên şer ên taybet ku qadên siyasî, aborî, çandî û civakî di nav xwe de digirin, mûdaxale li tevahiya qadên civakê hate kirin. Bi rêya polîtîkayên ku di her aliyê jiyanê de, ji jin û ciwanan bigirin heta perwerde, çand, aborî û demografiyê hatine bicîhkirin, hatiye armanckirin ku bîra civakî ya Gelê Kurd jê bibin û Kurdan ji nirxên wan ên bingehîn dûr bixin. 
 
Di vê beşa dosyeyê de em ê polîtîka û pratîkên şerê taybet ên ku li Kurdistanê têne meşandin bigirin dest. 
 
Li Kurdistanê polîtîqayên şerê taybet ên hatine meşandin 
 
Kurd, yek ji gelên kevnar ên Mezopotamyayê bi sedsalan e hebûna xwe li erdnîgariya Kurdistanê didomînin ku wekî yek ji kevintirîn navendên jiyana civakî di dîroka mirovahiyê de tê zanîn. Lêbelê, ev herêm her tim bûye hedefa polîtîkayên dagirkerî, talankirin, desteserkirin û bişaftinê ya hêzên serdest. Di seranserê dîrokê de gelek rêbaz bi armanca jiholêrakirina mîrateya dîrokî û civakî ya Gelê Kurd hatine bikaranîn. Bi pêşketina şaristaniya dewletê re, polîtîkayên qirkirina fizîkî, siyasî, aborî, civakî û çandî li Kurdistanê bi awayekî sîstematîk hatine meşandin. Bi taybetî di sedsala 20’an de, polîtîkayên şerê taybet hatin dijwartirkirin, polîtîkayên înkar û îmhayê hatin sazûmankirin. 
 
Di vê pêvajoyê de, hewl hat dayîn ku nirxên civaka kurd werin tunekirin, bîra wan a çandî were qelskirin û nasnameya wan neyê dîtin. Gelê Kurd ku xwedî kevneşopiyên dîrokî û civakî yên bihêz e, rastî pêkanînên piralî hatiye ku armanc ew e wan ji çand û nirxên wan yên bingehîn qut bikin. 
 
Polîtîqayên ‘3S’ 
 
Yek ji aliyên sereke yên polîtîkayên şerê taybet destwerdanên ku tevna çandî û civakî ya civakê hedef digirin, e. Armanc ew bû ku Gelê Kurd bi rêya polîtîkayên bişaftin, bênasnamekirin, koçberî, guhertina demografîk, bêhîştina çandî, gendelî, sîxurî, entegrasyon û polîtîkayên “3S”; seks, werzîş û huner, were tunekirin. Armanca van polîtîkayan ew bû ku Gelê Kurd ji nirxên xwe ên bingehîn dûr bixin û berxwedana Kurdan a civakî bişkînin. Lêbelê, li hember şêweyên berxwedan û rêxistinbûnê yên ku ji hêla Gelê Kurd ve hatine pêşxistin, rêbazên şerê taybet ji nû ve hatin biteşekirin û heta roja îro hatine domandin. 
 
Kurdistan bi Peymana Lozanê bû çar parçe 
 
Stratejiya “parçe bike û bi rê ve bibe”, yek ji polîtîkayên bingehîn ên li hember Kurdistanê, bi Peymana Lozanê ya 1923’an de şênber bû. Li gorî vê peymanê, Kurdistan di navbera Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê de hat parvekirin. Kurdên ku li çar beşên cuda yên Kurdistanê ne, di nav welatên xwe de bi awayên cûrbecûr bi polîtîkayên înkar û bişaftinê re rûbirû man. Zimanê Kurdî hat qedexekirin, berhemên çandî hatin astengkirin, rêxistinên civakî  bi zextan re rûbirû man û nasnameya Kurda bi zanebûn bi polîtîkayên fermî hat qedexekirin. 
 
Her çend dewletên herêmê bi pêkanîna polîtîkayên şerê taybet ên li qadê li dijî gelê Kurd in jî pir caran tê nîqaşkirin ku ev polîtîka ji hevsengiyên hêzên navneteweyî serbixwe nîne. Yek ji armancên sereke yên vê pêvajoyê ew bû ku civakek ji nasnameya xwe dûr bikeve û ji nirxên xwe yên dîrokî veqete. 
 
Hedef jin û ciwan in  
 
Hedefên sereke yên van polîtîkayên şerê taybet jin û ciwan bûn ku wekî pêşeng û pêşeroja civakê tên dîtin.  Ev her du komên civakî ku wekî hêza pêşeng û pêşeroja civakê têne dîtin, di navenda polîtîkayên sîstematîk de têne danîn. Lawazkirina pêşengiya civakî ya jinan û dûrxistina ciwanan ji nirxên xwe ên bingehîn wekî amûrên bingehîn ên mûdaxaleya li dijî tevahiya civakê têne hesibandin. Polîtîkayên ku li dijî jinan hatine pêşxistin hêdî hêdî li seranserê civakê têne belavkirin û armanc dikin ku kom û rêxistinên civakî yên bêhêz bikin bin kontrola dewletê. 
 
Ji ber vê yekê, têgihîştina polîtîkayên şerê taybet ên li dijî jinan têne meşandin wekî yek ji mifteyên têgihîştina tevahiya şerê taybet ê li Kurdistanê tê meşandin e. Her çend berxwedana dîrokî, qadên civakî û tecrûbeya têkoşîna rêxistinkirî ya jinên kurd hedef tê girtin jî jin di warên çandî, aborî, derûnî, civakî û siyasî de rastî zextên piralî tên.
 
Şerê taybet li hemû qadên civakê tê meşandin 
 
Şerê taybet wekî şêweyekî rêveberiyê tê pênasekirin ku ne tenê bi polîtîkayên ewlehiyê ve sînordar e. Ji aboriyê bigire heta perwerdeyê, ji medyayê bigire heta çandê, ji siyasetê bigire heta jiyana civakî bandora xwe li ser gelek aliyan dike. Polîtîkayên ku xizanî, bêkarî û girêdayîbûna aborî pêş dixin jî di nav amûrên vî şerî de cih digiin. Bêparkirina civakekê ji şert û mercên jiyanê yên bingehîn û girêdana wê bi aboriyê ve, yek ji hêmanên sereke yên mekanîzmayên kontrolê tê dîtin. 
 
Qirkirina civakî û qirkirina jinan 
 
Jin yek ji hedefên rasterast ên polîtîkayên şerê taybet in. Ji bo dûrxistina jinan ji jiyana civakî, şikandina vîna wan û sînordarkirina azadiya wan, rêbazên piralî tên bikar anîn. Jin rastî kuştin, tecawiz, tacîz, tundî, kedxwarina aborî, zewaca bi darê zorê, zayîna bi darê zorê û polîtîkayên cûrbecûr ên zordariyê tên. Ev êrîş ku wekî kuştina jinan têne binavkirin, ne tenê wekî bûyerên takekesî têne hesibandin, lê belê wekî encama polîtîkayên sîstematîk ên ku kom û rêxistina civakî hedef digirin tên dîtin. 
 
Xala hevpar a ku di nav awayên cûrbecûr ên polîtîkayên şerê taybet ên li çar parçeyên Kurdistanê de tê meşandin, hedefgirtina  nasname, çand û hebûna civakî ya Gelê Kurd e. Her çend pratîk ji welatekî bo welatekî diguherin jî, rêbaza veguherîn û kontrolkirina civakê bi rêya jin û ciwanan mijarek hevpar dimîne. Ji ber vê yekê, têgihîştina polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê têne meşandin ne tenê ji bo xuyanîkirina pêvajoyên siyasî, di heman demê de ji bo eşkerekirina mekanîzmayên veguherîna civakî jî girîng in. 
 
Sibê: