Xebatên ‘Mîtînga Azadiyê’ didomin

  • 18:15 24 Hezîran 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TJA, DBP û DEM Partiyê ji bo “Mitînga Azadiyê” ku dê di 27’ê mehê de li Wanê bê lidarxistin, li Wan û Agiriyê belavok belav kirin û stand danîn.
 
Endam û rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partiyê yên Wanê, têkildarî mitînga ku dê 27’ê mehê bi şîara “Bi Rêbertiya azad ber bi civaka azad ve” li Qada Newrozê ya Wanê were lidarxistin, li tax, sûk û parkên bajêr belavok belavkirin û gel vexwendin mitîngê.
 
Agirî
 
Li Kolana Cumhuriyetê ya li navenda Agiriyê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê stand hat vekirin. Di standê de ku Parlamentera Agiriyê Nejla Demir jî tevlibû de, broşurên mitîngê hatin belavkirin. Stand, ji aliyê welatiyan ve rastî eleqeyeke mezin hat.