Cara yekem bi pêşengiya jinan çek hatin şewitandin

  • 09:06 11 Tîrmeh 2026
  • Rojane
ENQERE - Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu da zanîn ku gava dîrokî ya di 11’ê Tîrmehê de Koma Aştî û Civaka Demokratîk avêtiye ne sembolîk e,wateyek girîng dihewîne û got: “Bi pêşengiya Besê Hozat çek hatin şewitandin. Ev wek mîsyoneke dîrokî nîşan dide ku jin aştî, pêşeroj û hêviyê dihûnin.”
 
Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a di 27’ê Sibatê de kir şûnde, PKK’ê di 5-12’ê Gulanê de 12’emîn kongreya xwe pêk anî û biryara feshkirinê da.  Piştî vê di 11’ê Tîrmehê de bi Pêşengiya Hevseroka Konseya Rêvber a KCK’ê 30 gerîlayî li  Silêmaniyê lî şikefta Casenê merasîma şewitandina çekan pêk anîn. Ji Kurdistan û Tirkiyeyê gelek siyasetmedar, rojnameger, nivîskar û hûnermendî şahidiya dema dîrokî kirin.
 
Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Halîde Turkoglu, derbarê şahidiya xwe ya der barê gava dîrokî û geşedanên piştî wê hatine kirin de nirxandin kir.
 
‘Rojeke dîrokî bû’
 
Halîde Turkoglu der barê roja dîrokî û wê rojê çi hat jiyîn de axivî û got: “ Rojek dîrokî bû. Ji gelek aliyî kes wê rojê li wir bûn.Şahidên vê roja dîrokî. Têkşîna çekdarî ya 50 salî ji dewrê derket û banga ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd hat kirin. Ev bangek ji bo rayagiştî ya Tirkiyeyê û cîhanê bû. Bêguman atmosfera wir ne merasîmeke sembolîk a şewitandina çekan bû. Kesên şahidiya bi hişmendiya berpirsyariyê li wir bûn. Gavek şênber bû, gavek ku berpirsyarî dida bû, gavek rastîn û cidî bû. Gaveke ku em çiqas nêzî aştiyê bûn, nîşan dida.”
 
‘Di cîhanê de tiştekî yekem bû’
 
Halîde Turkoglu li ser pêşnegiya jinê ya di merasîmê de jî sekinî û wiha daxuyand: “Bi pêşengiya jinê merasîm pêk hat. Têkoşîneke jinê ya li cîhanê mijara gotinê ye. Di çareseriya pirsgirêka Kurd de jî jin bi salane têkoşîna aştiyê didin. Di merasîmê de jî Besê Hozat pêşengî kir û ev jî nîşan dide ku jin çiqas cidî nêzî aştiyê dibin.”
 
‘Peyama hat dayîn pir zelal bû’
 
Halîde Turkoglu balkişand ser nêzîkatiya desthilatdariyê ya ji wê rojê heta niha û wiha bi lêv kir: “Her çiqas di rayagiştî de nêzîkatiyên ji bo aştiyê mijara gotinê bin jî hîna gavên şênber nehatine avêtin.Der barê cidiya ku bi merasîma şewitandina çekan hatiye nîşandan, heman nêzîkatî nehatiye nîşandan. Bê guman bi 11’ê Tîrmehê re peyama hat dayîn pir zelal bû.  Piştî 11’ê Tîrmehê komîsyonek hat avakirin. Piştî merasîma şewitandina çekan divê qanûn bihata derxistin, divê pêvajo bil ez bimeşiya. Ev saleke di ser de derbas bû. Lê desthilatdariyê pêvajo rast nexwend, wêrek tevnegeriya. Di nokteya em dibêjin avakirina aştiyê de,bêdengbûna çekan girînge.  Çek tên berdan lê çawa tên berdan? Bila çek bêdeng bin lê wê siyaset çawa biaxive?Divê deasthilatdarî gavê bavê. Lê desthilatdarî hewl dide mijarê tenê li gorî têgeh û lîteratura xwe çareser bike.”
 
‘Jin û ciwan xwedî hêza ku aştiyê bînin e’
 
Halîde Turkoglu li ser peyamên ku di merasîmê de hatine dayîn û jinan ev çawa girtine dest de axivî: “Tevgera jinên Kurd, tevgera jinên Tirkiyeyê xwedî xeteke têkoşînê ya aştiyê ne. Di banga 11’ê Tîrmehê de bi taybet bang li jinan hat kirin.  Banga ji bo ciwanan, kesên têkoşîna demokrasiyê dimeşînin, hebû.  Hêza ku aştiyê pêk bîne jin, ciwan in. Jin xwedî kapasîteyeke di esasa aştiyê de têbikoşin e. Jin li dijî polîtîkayên dijminê jinê jî têdikoşin û her wiha ji bo pêvajoya civaka demokratîk jî berprsin. Roja em ji 11’ê Tîrmehê vegeriyan me berpirsyariya xwe jî bi xwe re anî. Em wisa vegeriyan. Bêguman divê pêşengên vê pêvajoyê ne tenê jinên Kurd bin, divê jinen Kurd û Tirk bi hev re pêşengiyê bikin.”
 
‘Em mijarê wek mijara komara demokratîk dibînin’
 
Halîde Turkoglu wiha dirêjî dayê: “Em wek meclîsa jinan a DEM Partiyê mijarê wek mijara demokratîkbûna komarê dibînin. Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd mijara demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Demokratîkbûna komarê jî rastiya komareke ku jin, ciwan û berî kirdeya wê ne. Em dixwazin hemû xwe bigihîninê. Em naxwazin pirsgirêk bi çekan bê axaftin. Pêşengiya vê jin dikarin bikin. Jin dikarin wê siyasetê biguherin.Ji bo hatina aştiyê divê hiqûq û siyaet bi awayekî xurt bikeve jiyanê.”
 
‘Her gava demokratîk wê aştiyê mezin bike’
 
Halîde Turkoglu di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Pêvajo li demê belav dibe û ev jî hêviya ji bo aştiyê ji holê radike. Ev jî her cureyê rîskê dihewîne. Ev salek û nîve em dibêjin bila siyaset biaxive. Çek bêdeng bûn. Hatin şewitandin. Şervanên azadiyê jî gotin ew ne bi çekan bi siyasetê dixwazin çareserî pêk bê. Her gava demokratîk wê hêviya aştiyê jî mezin bike. Ji ber vê jî di serî de desthilatdarî û hemû alî divê berpirsyariyê bigirin ser xwe.”