‘Ji bo aştiya mayînde divê tecrîd bê şikandin’
- 09:03 23 Tîrmeh 2026
- Rojane
STENBOL-Jinên DEM Partiyî diyar kirin ku aştiya mayînde bi tevlibûna jinan a pêvajoyê dikare pêkan be û ji bo pêvajo bidome divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be.
Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk salek û nîv li pey xwe hişt û polîtîka tecrîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Her wiha hîna ‘mafê hêviyê’ pêk nehatiye. Jinên DEM Partiyî der barê mijarê de axivîn û diyar kirin ku divê aştî û çareseriya demokratîk pêk bê.
‘Divê hemû alî bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin’
Hevseroka DEM Partiyê ya Umraniyeyê Ayten Bîngul da zanîn ku ji bo pêvajo baş bimeşe divê zemîna hiqûqî bê avakirin û wiha got: “Divê Abdullah Ocalan bi hemû aliyan re hevdîtinê bike û pêşiya vê bê vekirin. Divê muzakere bi civakê re bê kirin. Mijara Kurd tenê bi Kurdan çareser nabe. Divê hemû civak bibin parçeyekî vê pêvajoyê. Divê gavên qanûnî bên avêtin. Divê girtî û gerîla tevli pêvajoyê bibin. Divê sererastkirinên qanûnî bikevin jiyanê.”
‘Divê mafê hiqûqê bê nasîn’
Rêvebera DEM Partiyê ya Stenbolê Derya Goral jî da zanîn ku partî bi salan e siyaseteke ku jiyana azad û wekhev diparêze dimeşîne û di vê astê de jî têkoşîna xwe didomîne. Derya Goral balkişand ser pêvajoyê û daxuyakirin ku divê Abdullah Ocalan bi awayekî azad siyastê bimeşîne û wiha dirêjî dayê: “Divê Abdullah Ocalan ne nav çar dîwaran de bi gel re bê gel hev û siyasetê bike. 25 sal in Birêz Ocalan girtiye û divê mafê hêviyê bê nasîn. Ne tenê ji bo gelê Kurd divê ji bo hemû gelên Tirkiyeyê jiyanek nû bê avakirin. Kurd, Elewî, Ermenî, Rûm, Suryan û hemû gel dikare bi aştiyane bijîn. Ji bo vê jî divê feraseta demokratîk ya jiyana hevpar esas digire bê avakirin.”
‘Divê jin bibin kirdeya aştiyê’
Derya Goral di dawiyê de jî diyar kir ku divê jin bibin aktorên esas yên pêvajoyê û got: “Jin li her derê kedê didin û keda wan tê binpêkirin. Tevî vê qetilkirinên jinan her roj zêde dibin. Rizandina civakî raste rast bandorê li jinan dike. Ji ber vê di siyasetê de di aştiyê de gotina jinan du car girîng e."
‘Hûnandina aştiyê azadiya gelên Tirkiyeyê wê pêk bîne’
Endama meclîsa DEM Partiyê Gonca Yangoz jî da zanîn ku bêdengbûna çekan bi tena serê xwe aştiyê nayne û wiha domand: “Aştiya rastîn bi gotina jinan divê ava be. Yên barê giran yê şer hildigirin jin in. Jin bi xizanî, newekheviyê re tên rû hev. Divê demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe. Divê di şert û mercên wekhev de muzakere bê meşandin. Divê aliyê muzakereyê bi awayekî azad bixebite. Hûnandina aştiyê azadiya gelên Tirkiyeyê wê pêk bîne.”
Endama Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Kamîle Sagba da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe wê gelê Kurd jî azad nebe û got ger çareserî bê xwestin divê samimiyet hebe.







