ROJEVA 23'YÊ TÎRMEHA 2026'AN

  • 09:00 23 Tîrmeh 2026
  • Rojane
 
* Dayika zarokên nexweşê DMD’ê Necdet Çelîk yê 7 salî, Pelîn Çelîk da zanîn ku kampanya ji bo dermankirina wî hatiye destpêkirin gihiştiye ji sedî 9’an û got lêçûna dermankirinê jî 3 mîlyar dolar e. Pelîn Çelîk wiha got: “Kurê min rîska windakirina meşê dijî. Ji bo vê em piştevaniyê dipên.” DÎMEN HEYE 
 
*Jinên DEM Partiyî diyar kirin ku aştiya mayînde bi tevlibûna jinan a pêvajoyê dikare pêkan be û ji bo pêvajo bidome divê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad be. DÎMEN HEYE 
 
*Parêzerên Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê destkeftiyên jinan hedef digirin û gotin: “Nêzîkatiyeke ku hewl didin jinan bê ewlehî bihêlin, bê nefeqe bihêlin û di zewacên tundî lê heye de heps bikin.”DÎMEN HEYE