Di dosyaya Gulistan Doku de 2 kesên din hatin binçavkirin

  • 10:23 23 Tîrmeh 2026
  • Rojane
AMED- Di çarçoveya doza Gulistan Doku de îro sibehê li Enqereyê operasyonek hat lidarxistin, 2 kesên din hatin binçavkirin û ji bo Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û Gokhan Ertok ên ku berê di girtîgehê de ne jî biryara binçavkirinê hat dayîn.
 
Di doza xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê ya Dêrsimê ya ku hat windakirin, Gulistan Doku de di pêla duyemîn a operasyonên 21'ê Tîrmehê de 15 kes û îro jî du kesên din hatin binçavkirin. Serdozgeriya Komarê ya Erziromê ragihand ku îro danê sibehê li ser fermana dozgeriyê, Emre Ezertaş (Sîstema Ragihandinê ya ACA'yê) û Sefa Karasu di operasyonên hevdem de li Enqereyê hatin binçavkirin.
 
Her çend tê zanîn ku Tuncay Sonel, Şukru Eroglu û Gokhan Ertok girtî ne jî, balkêş e ku dozger fermana ji nû ve binçavkirina wan daye.