Li Hewagê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn hate vekirin

  • 20:33 24 Tîrmeh 2026
  • Rojane
RIHA - Şaredariya Hewagê di çarçoveya xebatên xwe yên ji bo jinan de Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn vekir û kir xizmeta jinan.
 
Şaredariya Hewagê ya Rihayê li taxa Fevzî Çakmakê bi merasîmekê de Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn vekir. Di merasîma vekirinê de gelek jin, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl, rêveberên navçeyê û endamên şaredariyê amade bûn.
 
‘Jin jiyan bi xwe ye’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Rihayê Ayşe Surucu xêrhatina hemû jinan kir ku û diyar kir ku ew li ser esasê azadiya jinê dimeşin û got: “Em li ser tekoşîna jinê civaka demokratîk ava dikin. Em vê navendê dikin navenda xwe ya rêxistinkirinê û têkoşînê. Jin nîvê civakê ye, jin jiyan bi xwe ye. Jiyan li ser esasê jinê ava dibe. Têkoşîneke bê jinê têkoşîneke nîvço ye. Di têkoşîna gelê Kurd de jî cihê jinan cihekî taybet e. Li ser vê esasê em şehîd Mizgîn jî bi bîr tînin.”
 
‘Em ê jiyanê jinûve biafrînîn’
 
Pişt re Hevşaredara Hewagê Aygûl Kapikayali jî destnîşan kir hêviya wan ew e ku dê Navenda Jiyana Jinan a Mizgîn aştî û azadiyê bîne û wiha got: “Armanca me ew e ku em bi hev re bimeşin û bi hev re jiyanê jinûve biafrînîn. Em ê dest bidin destê hevdu û xwe xurt bikin.”
 
Piştî axaftinan jinan bi hev re bi tililî û çepikan ve kordeleya navenda jinan jêkirin. Bernameya vekirinê bi stranan û gerandina govendê bi dawî bû.