Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo qanûna çarçoveyî muzakere didomin

  • 12:49 27 Tîrmeh 2026
  • Ramyarî
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku ji bo qanûneke çarçoveyî ku hemû kesan bigire nava xwe muzakere berdewam dikin û wiha got: “Qanûn dê beriya betlaneyê derbikeve lê dîrok hê ne diyar e.”
 
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên rojevê de li meclisê daxuyanî da.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê qanûna çarçoveyî de destnîşan kir ku ew di merhaleyeke dîrokî de ne û wiha got: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em di arefeya zemîna hiqûqî de ne. Ew qanûna çarçoveyî destpêkeke û ji bo çareseriyê dikare bandoreke mezin bike. Divê ew qanûn hemû kesan bigirin nava xwe û hiqûqa kesên vegerin tev li siyasetê bibin divê ava bike. Divê qanûneke bi aqilê hevpar were meclisê. Em bang li partiyên siyasî jî dikin ku xwe di nîqaşên rojane de teng nekin. Divê hemû kes vê firsenda dîrokî baş bikar bîne û destê xwe bike bin kevir. Divê ji bo pêkanîna qanûn jî meclis berpirsyariyê bigire. Desteyeke şopandinê ku bikare pêvajoyê bi rê ve bibe divê bê avakirin. Piştî qanûn divê di qanûnên pêşiya demokrasiyê asteng in weke qanûna terorê, bêne guherandin. Weke DEM Partî em ê helwesta xwe ya pêşxistina pêvajoyê bidomînin. Firsendeke dîrokî li pêşiya Tirkiyeyê ye. Ji bo baş bikaranîna vê firsendê hewcehî bi werekî û dev ji berdana ezber û hişmendiya kevn heye. Heke em qala Tirkiyeyeke nû bikin pêdivî bi ziman û sereratkirineke nû heye.”
 
‘Dan û standinên bi partiyên siyasî re didome’
 
Li ser pirsa rojnamegeran Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku heyeta wan a Îmraliyê dan û standinên partiyên siyasî re têkildarî qanûna çarçoveyî didomîne û da zanîn ku hêj dîroka qanûna çarçoveyî ne diyar e lê beriya meclis bikeve batlaneyê dê derbikeve.
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît got ku vî hefteyê jî liv û tevgera li ser qanûna çarçoveyî dê berdewam bike, ji bo qanûna çarçoveyî muzakereya wan didome û wiha got: “Bendewariya me ew ê ku qanûneke ku endamên rêxistinê vegerin tev li siyaseta demokratîk bibin, yên Ewropa bikaribin vegerin û yên di girtîgehan de derbikevin, heye. Lê li ser pêşnûmeyê heta niha tiştek şênber tune ye.”
 
Çareserkirina pirsgirêka xwendekaran
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser rojevên din ê meclisê û ev tişt anî ziman: “Torbeyên qanûnên nû tên meclisê. Desthilat van tobayên ku bersiv nade pêdiviyên civakê ji ber ku hejmara wan di parlamentoyê de zêde ye derbas dike. Li ser bertekên me û muxalîfan ji bo xwendekaran gaveke bi vî rengî ku xwendekarên zanîngehê ji efûyê sûd bigirin jî cih girt. Ew gaveke erênî ye. Lê hê jî di vê qanûna torbayê de xwendekar bi endamtiyên rêxistinê tên sûcdarkirin û mafê wan ê perwerdehiyê tê binpêkirin. Xwendekar ji ber ku xwepêşandanên mafê wan e, dikin têne sûcdarkirin. AKPê dema hat ser desthilatiyê digot em ê YOKê rakin. Lê piştî bûn desthilat YOK bêhtir bi xurt bû û navendî bû. Ji ber vê rewşa perwerdehiyê xwendekar dev jî perwerdehiyê berdidin. Ji ber xizaniyê neçarî karkirinê dibin lê di van qanûnan de ji bo çareserkirina pirsgirêka xwendekaran tiştek cih nagire. Em ê jî li dijî vê yekê têkoşîna xwe bidomînin. Weke DEM Partî em ê di Lîjneya Giştî de jî mafê perwerdehiyê, azadiya fikir û ramanê û xweseriya zanîngehan biparêzin.”
 
Parastina zarokan
 
Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku bi qanûnên torbe zarok weke sûcdar tên pênasekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “AKPê ji bo zarokan ceza bike qanûnan derdixe. Em jî dipirsin hûn 24 sal in desthilatin wê tu polîtikayeke ku zarokan ji sûcan biparêze nedayî pêş xwe. Pergal sûcdarên ku xebatkarên kamuyê ne diparêze. Sûcdarên polîtikayên desthilatê ne zarok in. Li meclisê komîsyoneke ku sûcên zarokan lêkolîn bike hat avakirin. Li gor xebatên wê komîsyonê sedema sûcên zarokan ne cezaye lê xîzaniye. Wezareta Civakî û Malbatî divê ji bo parastina zarokan ji sûc û xizaniyê polîtîkayan pêş bixe. Lê şûna ku vê bikin zarokan ceza dikin. Em hemû jî ji bo parastina zarokan berpirsyar in. Em li dijî van sepanan e ku zarokan ceza dikin. Em ê di Lîjneya Giştî de jî li dijî vê yekê derbikevin. Hinek kes ji ber ku hevalên me yên parlamenter li dijî sucdadr kirina zarokan derketinê êşên xwe weke hincet nişan didin û dikin hedef. Weke DEM Partî em ê heta dawî li dijî vê yekê der bikevin.”