Lîstikvan Vina Crnoja tev li Tîma Jinan a Amedsporê bû
- 15:45 27 Tîrmeh 2026
- Tenduristî/Werzîş
AMED - Tîma Futbolê ya Jinan a Amedsporê di çarçoveya amadekariyên sezona nû de lîstikvana navneteweyî Vina Crnoja tev li tîma xwe kir.
Amedsporê hem ji bo tîma profesyonel û hem jî ji bo tîma jinan ji bo xurtkirina kadroya xwe ya sezona nû xebatên xwe yên transferê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de, lîstikvana Tîma Neteweyî ya Bosna Hersekê Vina Crnoja ku herî dawî formaya tîma Awusturyayî Red Bull Salzburgê li xwe dikir, bi Amedsporê re peyman îmze kir.
Rêveberiya klûbê derbarê transfera lîstikvanê de li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal parve kir û destnîşan kir ku ew bawer in dê Vina Crnoja bi ezmûn û lîstika xwe hêz bide tîmê.
Di daxuyaniyê de ev yek hate gotin: “Em bawer in ew ê bi tecrûbeya xwe ya navneteweyî, karaktera xwe ya têkoşer û têgihîştina xwe ya lîstikê, tevkariyên girîng li tîma me zêde bike. Em xêrhatina Vinayê dikin û di serdema nû de rêwîtiyeke serkeftî jê re dixwazin.”







