Ji bo girtiyên nexweş bang hat kirin
- 16:23 1 Tebax 2026
- Rojane
ENQERE/STENBOL - Di çalakiyên li Enqere û Stenbolê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyên nexweş Fatma Tokmak û Mehmet Şîrîn Çelîk û hat daxwaz kirin ku her du girtî înfaza wan bê taloqkirin û bên tehliyekirin.
Înisiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî di daxuyaniya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak û xwest demildest bê berdan.
Înisiyatifa Ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikşînin ser rewşa girtiyên nexweş di çalakiya 621'an de li caddeya Sakarya ya navçeya Çankaya ya Enqereyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta li ser ‘Dermankirin maf e nayê astengkirin, girtiyên nexweş demildest berdin’ dinivisî hate rakirin. Endam û nûnerên saziyên demokratik tev li daxuyaniyê bûn. Di çalakiya vê heftî de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Fatma Tokmak ku li Girtîgeha Bakirkoyê ragirtiye.
Metna daxuyaniyê ji aliyê Hevseroka Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê Sevîl Yildirim ve hat xwendin.
Sevîlay Yildirim bi lêv kir ku nexweşiyên Fatma Tokmak ên weke dil, tansiyon, astim, varis û mîdeyê hene û wiha axivî: “Rewşa Fatma Tokmak di sala 2025'an de girantir bû. Tevî ku di meha Nîsanê de piştî muayaneyê bijîşkan diyar kir ku divê kapakcixa dil bê guherandin hê jî dîroka ameliyata wê nehatiye diyarkirin. Dema rewşa Fatma Tokmak ber bi çav digirin divê bi awayekî rêk û pêk tedawiya wê bê kirin. Di van şert û mercan de mayina wê ya di girtîgehê de binpêkirina mafan e. Tevî rapora Weqa Mafê Mirovan a ‘Nikare di girtîgehê de bimînê’ jî Saziya Tipa Edlî ji bo berdana Fatma Tokmak lêkolîneke nekir. Tevî piştî rewşa nexweşiya wê giran bû serî li Saziya Tipa Edlî hatiye dayîn ku infaza wê taloq bike jî tu bersivek nehatiye dayîn. Divê Fatma Tokmak demildest bê berdan û tedawiya wê li derve bê kirin.”
Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.
Stenbol
Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêkên tenduristiyê yên girtiyên nexweş, çalakiya “Rûniştina F”ê ku her heftê li pêşiya avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar dixe, cara 749’an pêk anî. Di çalakiya vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş ê giran Mehmet Şîrîn Çelîk (70) ku di 28’ê Tîrmehê de ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 2 ya Xarpêtê sewqî Girtîgeha Tîpa R a Xarpêtê hatibû kirin. Gelek parêzvanên mafên mirovan beşdarî çalakiyê bûn. Di çalakiyê de pankarta “Bila girtiyê nexweş Mehmet Şîrîn Çelîk serbest bê berdan” hat vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş serbest bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin. Di çalakiyê de metna daxuyaniyê ji aliyê endamê ÎHD’ê Nazim Dîkbaş ve hat xwendin.
Dîkbaş, ji ber salvegera 30’yemîn a çalakiyên “rojiya mirinê ya 96’an” û “greva birçîbûnê ya bêdem” ku dijî pergala tecrîdê ya li girtîgehan hatibûn destpêkirin, kesên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Dîkbaş diyar kir ku Çelîk 27 sal in girtî ye û behsa nexweşiyên Çelîk kir û got: “Di damarên mêjî yên Çelîk de xitimandin heye, ew nexweşê dil, hîpertansiyon, varîs, prostat û fitqa pişte ye. Du caran gilêya xwînê avêtiye mêjiyê wî û felcî bûye. Hat gotin ku damarên aliyê çepê yên mêjiyê wî bi temamî xitimiye, gelek caran anjiyo bûye, di vê navberê de pirsgirêkên çav û zik jî lê peyda bûne lê tedawiya wî nehatiye kirin. Çelîk, herî dawî di 3’yê Tîrmehê de xwîn çûye ser mêjiyê wî, rakirin nexweşxaneyê lê tevî ku rewşa wî ya tenduristiyê giran e jî piştî tedawiyên lezgîn hat kirin re dîsa paşve şandin girtîgehê.”
Daxwaza taloqa înfazê
Dîkbaş gotinên kurê Çelîk ên di dîtina dawî de parve kir û wiha axivî: “Herî dawî di 3’yê Tîrmehê de xwîn çûye ser mêjiyê wî. Piştî ku li Zanîngeha Firatê û Nexweşxaneya Şehir a Fethî Sekîn tedawiyên wî yên lezgîn hatin kirin, dîsa şandin girtîgehê. Dema ku em di 27’ê Tîrmehê de çûn hevdîtinê, bavê min got ku rewşa wî ya tenduristiyê ne baş e, di laşê wî de êşa di masûlkeyan de kêmhêzî heye. Di 28’ê Tîrmehê de dema ku divê bi me re telefonê biaxiviya, telefona me nekir. Di heman rojê de saet li dor 16.00’an îdareyê ji birayê min re telefon kir û got ku wan bavê min şandiye Tîpa R a Xarpêtê. Li wê derê me hîn bû ku bavê min birine odeyeke vala û bi saetan ava vexwarinê jî nedane wî. Bavê min girtiyekî ku zêdetirî 10 dermanan bi kar tîne û niha ji ber ku enfeksiyonê divê bi berdewamî avê vexwe, lê bi saetan av nedane wî. Ji bo taloqa înfazê me serî li Saziya Tiba Edlî (ATK) da lê me hîn tu encam negirtiye. Domandina tedawiya bavê min di mercên girtîgehê de ne pêkan e. Ji bo parastina mafê jiyanê, em dixwazin ku beşa mayî ya cezayê xwe li malê derbas bike.”







