Haniy Karasu jiyana xwe ji dest da
- 10:45 3 Tebax 2026
- Rojane
ÇANAKKALE -Haniy Karasû ya dayîka Mustafa Karasu, li nexweşxaneya li Çanakkaleyê ku lê dihat dermankirin,koça dawî kir.
Haniy Karasu ya dayîka endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mustafa Karasu, li nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin, koça dawî kir.
Haniy Karasu ya 94 salî, di 31'ê Tîrmehê de ji ber nexweşiya rovîyan, demans û dil a giran rakiribûn nexweşxaneya li Çanakkaleyê. Haniy Karasû ya dihat dermankirin, îro koça dawî kir.
Cezayeyê Haniy Karasu dê li gundê wê yê li navçeya Gurun a Sêwasê bê definkirin.







