Azîme Işik: Divê em Komara Demokratîk pêk bînin

  • 15:52 9 Tebax 2026
  • Rojane
SÊRT –Azîme Işik di kongreya MEBYA-DER'ê de axivî û diyar kir ku ew têkoşîneke girîng didin û got: "Qanûna nû dîrokî ye, lê kêmasiyên wê hene. Cara ewil e ku em li gel dewletê li heman maseyê rûdinên. Divê em niha wekî neteweyeke demokratîk xwe îfade bikin û qebûlkirina komara demokratîk misoger bikin."
 
Şaxa Sêrtê ya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên ku Xizmên xwe li "Dergûşa Çand, Yekîtî, Piştevanî û Şaristaniyê" Winda Kirine (MEBYA-DER), yekemîn kongreya xwe ya asayî bi dirûşma "Em ê bi têkoşîn û piştevaniyê xwedî li nirxên xwe derkevin" li dar xist. Di kongreyê ya, ku hejmareke zêde ya mirovan beşdar bûn, ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, rêz hat giritn. Dirûşmên wekî "Şehîd namirin", "Bijî Serok Apo" û "Bijî berxwedana zindanan" bi awayekî berfireh hatin berzkirin.
 
Li hola kongreyê posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsên "Rêwîtiya bi hezaran kîlometreyî ya ber bi civakeke demokratîk û bi rêbertiyeke azad ve, bi gavekê dest pê dike" û "Pêkanîna xewnên şehîdan bi rêxistinbûn û xwedîderketinê pêkan e" hatin daliqandin.
 
'Me di nava 50 salî de gelek nirxên mezin winda kirin'
 
Siyasetmedara Kurd Azime Işik ku 28 salan di girtîgehê de maye, bal kişand ser wê yekê ku ew cara ewil e li gel dewletê li ser maseya danûstandinê rûniştine û got: "Di nava 50 salan de, me gelek nirxên xwe yên dîrokî û mezin winda kirin. Îro roja parastina wan nirxan e. Em ê ji niha û pê ve jî parastina nirxên xwe bidomînin. Ev dem, dema avakirina wê pêşerojê ye. Ev qanûna nû ji bo Kurdan xwedî girîngiyeke cuda ye. Em Kurd zêdetirî 200 salan e ku li dijî dagirkeriyeke wiha têdikoşin."
 
'Qanûn dîrokî ye'
 
"Piştî têkoşîna me ya 50-salî, em hatin ser maseya danûstandinê û têkoşîneke mezin ava dikin. Herçend kêmasiyên wan hebin jî ev qanûnên nû dîrokî ne. Me demeke dirêj anî ziman ku statuya Rêbertiyê ji bo me xwedî girîngiyeke mezin e. Di demên dawî de, hin diyalog û danûstandin sekinîbûn. Lêbelê, hêza Rêbertiyê rêya pêş vekir. Piştre, hin qanûn hatin amadekirin û pêşkêşî Parlamentoyê hatin kirin. Ev qanûnên han dîrokî ne, ji ber ku cara ewil e em li gel dewletê li heman maseyê rûniştine."
 
'Rêbertî destwerdan kir'
 
Azîme Işik got: "Ev qanûn rê ji bo têkiliya di navbera dewlet û tevgerê de vedikin û dawiyê li gelek pirsgirêkên ku bi salan berdewam kirine, tînin. Ev ne mijara danîna çekan e; ev mijara gihîştina qonaxeke wiha ye ku tê de danûstandin dikarin pêk werin. Pêvajo di demên dawî de sekinîbû. Ji ber vê yekê, Rêbertî destwerdan kir û pêşî li gelek bûyerên ku dê biqewimiya girt."
 
Qonaxeke girîng
 
Azîme Işik wiha berdewam kir: "Derbarê vê qanûnê de gelek tişt tên gotin. Di salên dawî de pevçûnên dijwar rû dan. Hem NATO û hem jî dewleta Tirk bi berdewamî zextê li me dikin. Di heman demê de, Rêbertî diyar dike ku em ketine qonaxeke nû  hem ji aliyê qanûnî û hem jî ji aliyê siyasî ve. Ev hefte ji bo me pir girîng e, ji ber ku plan û projeyên dewletê hîn jî berdewam dikin. Qanûnên navborî hîn ji aliyê Parlamentoyê ve nehatine pejirandin. Divê em bi xwe siyaseteke demokratîk û pêkhateyeke civakî ya demokratîk ava bikin. Heya niha hebûna Kurdan ne dihat naskirin. Niha ew wê nas dikin, lê bi çi şert û mercan? Divê maf û statuya Kurdan çawa be? Divê em balê bikişînin ser vê yekê. Di heman demê de, divê em bi rêya têgeha neteweya demokratîk xwe xurt bikin. Divê em niha xwe wekî neteweyeke demokratîk nîşan bidin û piştrast bikin ku komara demokratîk tê pejirandin."
 
'Divê em barê Rêbertiyê sivik bikin'
 
Azîme Işik bi gotina "Divê em vê pêvajoyê pêş bixin û ruh û nirxên xwe biparêzin" axaftina xwe wiha domand: "Em ê heman hewldana ku me di 50 salên borî de nîşan daye, bidomînin. Rêbertî û gelek hevalên me ji çarçoveya van qanûnên pêşniyarkirî hatine derxistin. Pêwîst e em li kêleka Rêbertiyê bisekinin û barê wan sivik bikin. Ev ji bo me serdemeke krîtîk e. Di salên dawî de me gelek şehîd dan û navên gelek ji wan hîn nehatine eşkerekirin. Divê em vê pêvajoyê pêş bixin û ruh û nirxên xwe biparêzin; ev berpirsiyariyek e ku dikeve ser milên me."
 
Bila kongre rê li ber aştiyê veke
 
Dayika Aştiyê Leyla Ozer jî axivî û got, "Em weke malbat divê li kêleka vê rêxistinê bin. Ger em vê yekê nekin, şehîd me qebûl nakin, em ê nikaribin xeyalên wan pêk bînin. Em soz didin şehîdên xwe ku em ê doza wan mezin bikin. Em hêvî dikin ku ev kongre ji bo gelê me rê li ber aştî û azadiyê veke."
 
Serokatiya nû
 
Piştî axaftinan rêveberiya nû hate hilbijartin. Lijneya nû ya Şaxa MEBYA-DER'ê ya Sêrtê ji van kesan pêk tê: Abdûlbakî Taşçi, Emîne Aşkara, Orhan Çelîk, Kadriye Cengîz, Hacer Kiliç, Behrem Bal, Mehmet Can Yon, Selman Erkan, Sabrî Basut, Haydar Çağlı, Mehmet Ali Çelikin Hüseyk, Hacer Kiliç. Örenç, Hasan Özer, Türkan Beyazıt, Mehmet Înan, Ahmet Nas, Kadri Ozdemir, Ramazan Sayin.
 
Ji bo hevserokatiyê Emîne Aşkara û Abdulbaki Taşçi hatin hilbijartin.