ROJEVA 22'YÊ TEBAXA 2026'AN

  • 09:00 22 Tebax 2026
  • Rojev
 
* Gulistan Tara, ku di salên 1990'î de, dema ku zilm û zordariya li ser gelê Kurd pir dijwar bû, di temenê xwe yê ciwan de dest bi lêpirsîna neheqiyan kir, jiyana xwe di nav Çapemeniya Azad de ji bo têkoşîna rastiyê derbas kir. Xwişka Gulistan Tara, Dîcle Tekik Erdem, diyar kir ku Gulistan rastiya şerê ku jin û mirovên li Şengal û Rojava dijîn bi cîhanê daye bihîstin û got, "Riya ku bi fedakariya wan ve hatiye vekirin divê ber bi aştî û demokrasiyê ve biçe." DÎMEN HEYE 
 
* Ji Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Suzan Akîpa diyar kir ku pirsgirêka Kurd bi qanûnek 12 madeyî bi tevahî çareser nabe, lê belê ev rêzikname şaneya bingehîn a demokrasiyê pêk tîne û got: "Ji bo ku pêvajo ber bi aştiyeke mayînde ve biçe, divê azadiya fîzîkî û şert û mercên xebatê yên Abdullah Ocalan werin baştirkirin." BI DÎMEN