Sibehê Desteya Nirxandin û Şopandinê dicive

  • 15:27 23 Tebax 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Di çarçoveya pêvajoyê de sibehê Desteya Nirxandin û Şopandinê kom dibe. Tê payîn ku di çarçoveya pêkanîna pêvajoyê de mekanîzmayên pêwist tê bê nirxandin.
 
Di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hefteyek girîng dest pê dike. Desteya Nirxandin û Şopandinê, ku di çarçoveya Qanûna “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî” de ji bo şopandin, koordînasyon û pêkanîna pêvajoyê hatiye avakirin, dê sibê yekemîn civîna xwe pêk bîne.
 
Civîna yekem a desteyê dê di serokatiya Cîgirê Serokkomarê Tirkiye Cevdet Yılmaz, de were lidarxistin. Di desteyê de wezîrên Dadê, Derve, Karên Hundir û Parastina Neteweyî, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê, Serokê MIT û Sekreterê Giştî yê Konseya Ewlekariya Neteweyî (MGK) cih digirin.
 
Di civîna yekem de tê payîn ku mijara avakirina komîte û desteyên jêrîn were nîqaşkirin.
 
Li gorî agahiyan, yekem desteya jêrîn dê li ser pêvajoya bêçekkirinê û mekanîzmaya piştrastkirina wî (teyît, tespî û taahhut) û li ser rewşa qadê bixebite.Tê peyîn ku desteya jêrîn pêvajoya bêçekkirinê bi awayekî hûrgulî bişopîne.
 
Ji bo pêvajoya darazê jî dê desteyek cuda were avakirin. Di vê lijneyê de berpirsên Wezareta Dadê û dadger û dozgerên ku dê di pêkanîna pêvajoyê de rol bigirin ku cihê xwe bigirin.
 
Armanc ew e ku dosyayên kesên ku vegerin Tirkiyeyê, li gorî statûya wan a darazê bên dabeşkirin.
 
Lê biryara derxistina cezayê li paş dê ne ji aliyê desteya jêrîn, lê ji aliyê dadgerê înfazê ve were dayîn.
 
Qanûna Çarçoveyê pêkanîna van gavên ku di qanûnê de hatine diyarkirin, bi şertê ku encama piştrastkirina ku rêxistin çekên xwe li seranserê qadên ku le ye berdaye ji aliyê Civata Ewlekariya Neteweyî (MGK) ve were ragihandin, girêdide. Li gorî qanûnê, ji bo endamên rêxistinê ku di nav 6 mehan de serî li mekanîzmayên di qanûnê de bidin, paşxistina lêpirsîn, doz û hin pêvajoyên înfazê hatiye pêşdîtin.
 
 
Qanûna “Xurtkirina Hevgirtina Neteweyî û Yekparebûna Civakî”, ku di nav gel de bi navê Qanûna Çarçoveyê tê naskirin, di Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de bi 467 dengan erê hatiye pejirandin.
 
Civîna sibê ya Desteya Nirxandin û Şopandinê, ku ji bo şopandin û koordînasyona pêvajoyê hatiye avakirin, dê ji bo diyarkirina mekanîzmayên pêkanînê û gavên dê bên ava kirin.