Li Colemêrgê ji bo Bêrîvan Aşkan şîn hat danîn
- 18:32 24 Tebax 2026
- Rojane
COLEMÊRG- Hevseroka DEM PartiyÊ Tulay Hatîmoglullari, di merasîma şînê ya Berivan Aşkan de ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dabû axivî û got: "Em hêvî dikin ku em ê bi hev re aştiya li vê herêmê bi aştiyeke ku li ser bingeha rûmetê ye, tacîdar bikin."
Li gundê Sumanê ê Colemêrgê, ji bo Axin Awent (Berivan Aşkan) a ku di 22’yê Hezîrana 2018’an de di nava Têkoşîna Azadiya Kurd de jiyana xwe ji dest dabû şîn hate danîn. Şîn bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Yekîtiyê ya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER) ya Colemêrgê hat organîzekirin û beşdariyeke mezin çêbû. Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, parlamenterên DEM Partiyê û rêveberên bajêr ên DEM Partiyê û DBP’ê beşdarî vê merasîma ku gel bi awayekî berfireh tê de amade bû, bûn. Şînê bi rêzgirtinê dest pê kir; di wê demê de girseyê gelek caran dirûşma "Şehîd namirin" berz kir.
‘Em ê aştiyê bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin’
Tulay Hatîmogullari, dema ku sersaxî ji malbatan re dixwest, wiha axivî: "Ev yek, bersivek bû li hemberî paşguhkirina gelê Kurd a ku sedsalekê dom kir. Ev helwestek bû li dijî sedsalek redkirinê; gelekî ku ji bo parastin û rêxistinkirina rûmet, nasname, çand û nirxên xwe bi serbilindî li ber xwe da; her jiyaneke ku di vê rêyê de hatiye fedakirin, bêhempa biqîmet e. Îro şehadeta bi sedan kesan hatiye ragihandin û em bi hemû dilê xwe bawer dikin: her canê ku jiyana xwe ji dest daye, ji bo gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê çavkaniya serbilindî û rûmetê ye. Bi saya piştevaniya xwe ne tenê li Rojhilata Navîn, li seranserê cîhanê û bi saya wan fedakariyan û jiyanên ku hatine windakirin, Kurd bûne gelekî ku li seranserê cîhanê tê naskirin. Destkeftiyên li Rojava û herêmê, herwiha 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' a ku niha ji aliyê Birêz Abdullah Ocalan ve li Îmraliyê tê meşandin, hemû encama van fedakariyan in. Piştî banga Birêz Ocalan, em niha di qonaxeke nû de ne û hêviya me ya herî mezin di vê pêvajoyê de ew e ku em li vê herêmê aştiyeke bi rastî bi rûmet ava bikin. Bila em vê yekê bibinin. Em hêvî dikin ku em ê bi hev re, aştiya li vê herêmê bi aştiyeke bi rûmet tacîdar bikin."
Piştre birayê Berivan Aşkan Barzan Aşkan, li ser navê malbatê axivî û axaftina xwe bi bibîranîna gerîlayên HPG’ê yên ku jiyana xwe ji dest dabûn, dest pê kir. Berzan Aşkan got: "Em ê şopa şehîdên xwe yên ku şer kirin û jiyana xwe ji dest dan, bişopînin. Em ê têkoşîna wan bidomînin û xewn û armancên wan biparêzin. Serê gelê Kurdistanê sax be."
Axaftin bi dirûşma "Şehîd namirin" bi dawî bû.







