Li herêma Cizîrê xwendekar bi çalakiyan perwerdeya bi zimanê Kurdî dixwazin

  • 12:38 7 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li hejmareke deverên li herêma Cizîrê ev 2 roj in xwendekar çalakiyên protestokirinê li dar dixin. Di çalakiyan de xwendekar daxwaza perwerdeya bi materaylên zimanê kurdî û sererastkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya dayîna tenê 3 dersan di hefteyekê de dikin.
 
Duh (6 Îlon) sala xwendinê ya nû li Sûriyeyê dest pê kir. Ev 2 roj e çalakiyên xwendekaran li gelek dibistanên li herêma Cizîrê ji bo daxwaza perwerdeya bi kurdî didomin.
 
Qamişlo
 
Îro jî li piraniya dibistanên bajarê Qamişlo çalakiyên redkirina biryara Wezareta Perwerdeyê ya Sûriyeyê ya têkildarî tenê dayîna 3 dersan di hefteyekê de ji bo zimanê kurdî didomin. Di çalakiyan de daxwaz tê kirin ku zimanê kurdî li kêleka zimanê erebî di dibistanan de bibe zimanekî fermî.
 
Di çalakiyê de xwendekaran pankartên “Wê zimanê kurdî her zindî bimîne”, “Em tenê mafê xwe dixwazin” rakiribûn.
 
Til Temir 
 
Li Dibistana Idnan El Malikî ya li bajarê Til Temir, xwendekaran çalakiyeke protestokirinê li dar xist. Di çalakiyê de xwendekaran diyar kir ku ziman temsîla beşeke sereke ya nasname û çanda wan e, ew dixwazin ji bo zimanê kurdî derfeteke berfirehtir di materyalan de were dayîn.
 
Xwendekaran da zanîn ku daxwaza wan ne tenê zêdekirina dersên zimanê kurdî ye, ew dixwazin mafê xwe yê perwerdeya bi zimanê dayikê bi dest bixin.
 
Di çend rojên borî de jî li Til Temirê şênî û saziyên civakî ji bo heman mijarê xwepêşandan li dar xistibûn.
 
Çilaxa
 
Li bajarê Çilaxa xwendekarên dibistanan gundê Xirbê Cihûyan a herêma Aliyan li hola dibistanê çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de daxwaza perwerdeya bi zimanê kurdî kirin.