Hemşîreyên Sine ji bo daxwazên mafên xwe daketin qadan

  • 11:41 7 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Hemşîreyên Sine ji bo daxwaza mafên xwe daketin qadan, bal kişandin ser şert û mercên dijwar ên xebatê û xwestin pênaseya hemşîretiyê bi temamî bicîh bînin.
 
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê, duh zêdetirî 300 hemşîre û xebatkarên tenduristiyê li dijî şert û mercên jiyanê, nedayîna mûçe û hin pirsgirêkên îdarî yên li Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kurdistanê li ber avahiya parêzgar nerazîbûn nîşan dan.
 
Xwepêşanderan daxwazên xwe yên sendîkayî pêşkêş kirin û daxwaz ji rayedaran kirin ku demildest rewşa mûçe û mafê civakê bigrin dest û tarifeya tam a hemşîreyan pêk bînin û di rêbaza dayîna mûçe de zelal bin.
 
Li gorî nûçeyên hatine weşandin, di nav pirsgirêkên ku hemşîreyan nerazîbûn nîşanî dayîn de, saetên zêde yên xebatê, derengketina mûçeyan, rewşa mafên xanî, cil û bergan û pênase nekirina hemşîreyan cih digre. Li gorî hin xwepêşanderan, hin mûçe demek dirêje nehatine dayîn.
 
Xwepêşander daxwaza mafê xwe dikin
 
Xwepêşanderan her wiha li dijî kêmbûna hêza kar a kesan, barê kar û qelsiyên di rêveberiya Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Kurdistanê de nerazîbûn nîşan da. Di dema xwepêşandanê de, dirûşmeyên ku rexne li rayedaran, şert û mercên jiyana xebatkarin dikirin, hatin avêtin.
 
Xwepêşandana hemşîreyan a bûye kevneşopî, di demek ku pirsgirêkên debara jiyanê, kêmbûna hêza kar û barê kar ne tenê pirsgirêkên sendîkayê bûn, di heman demê de rasterast bi kalîteya xizmetên bijîşkî û ewlehiya nexweşan ve girêdayî bûn de hate lidarxistin.
 
Ev nerazîbûna hemşîreyan wek yek ji nîşanên hilweşîna avahîsaziyê ya pergala tenduristiyê tê nirxandin; rewşek ku çavkaniyên mirovî yên berpirsiyarê tenduristiya giştî ji ber pirsgirêkên debara jiyanê û kar, beşdarî xwepêşanderan dibin.
 
Ger pirsgirêk neyê çareserkirin dê krîz kûr bibe
 
Ger ev rewş dewam bike, bêyî çareserkirina çavkaniyên mirovî, reformkirina mekanîzmaya dayina mûçeyan û danasîna berpirsiyariya rêveberiyê, dibe ku daxwazên sendîkayan ên îro di derbarê kalîte û gihîştina xizmetên tenduristiyê de veguhere krîzek berfirehtir.