Cenaze piştî 9 salan hate wergirtin

  • 11:05 9 Îlon 2026
  • Rojane
WAN - Cenazeyê endamê HPG'ê Serhat Îmre piştî 9 salan radestî malbata wî hate kirin. Serhat Îmre bi meşek girseyî li Goristana Karşiyakayê bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate veşartin.
 
Cenazeyê endamê HPG'ê Serhat Îmre (Serhat Botan) ku li Goristana Nenasan a li taxa Seyrantepe ya Wanê hate veşartin, piştî 9 salan ji aliyê malbata wî ve hate wergirtin. Serhat Îmre, ku di sala 2017'an de di pevçûnekê de li Bedlîsê jiyana xwe ji dest da, piştî wergirtina encamên testa DNA'yê ji aliyê malbata wî ve li goristanê hate veşartin.
 
Merasîma cenazeyê Serhat Îmre ji aliyê MEBYA-DER'Ê ve bi beşdariya nûnerên rêxistinên siyasî û sivîl û gelek welatiyan hate lidarxistin. Cenazeyê Serhat Îmre ji bo veşartina ji nû ve birin Goristana Karşiyaka ya li navçeya Reya Armûşê, li wir bi merasîmeke girseyî û bi dirûşmeya "Şehîd namirin" hate veşartin.
 
Merasîma veşartinê piştî deqeyek rêzgirtinê bi dawî bû.