Li Qamişloyê çalakiya şermezarkirinê ya xwendekaran dewam dike
- 14:28 13 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Xwendekarên ji Girkê Legê û Rimêlanê 6 roj in naçin dibistanê û bi biryar in ku perwerdeya xwe bi Kurdî dewam bikin.
Li hemberî biryara Wezareta Perwerdeyê ya hikumeta demkî ya Şamê xwendekarên bajarê Girkê Legê, bajarokê Rimêlan û gundên girêdayî Girkê Legê ev 6 roj e naçin dibistanê.
Xwendekar qebûl nakin ku derbasî dibistanê bibin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê bixwînin.
Li parêzgeha Hesekê çalakî û xwepêşandanên xwendekaran ji bo zimanê Kurdî 6'ê Îlonê destpê kir û heta niha dewam dike. Xwendekar di çalakî û xwepêşandanên xwe de tînin ziman ku ew biryara Wezareta Perwerdeyê qebûl nakin û daxwaz dikin bi zimanê xwe yê dayikê xwendina xwe dewam bikin.







