Ji bo pakrewanên azadiyê li Şirnex û navçeyên wê mewlûd hat dayîn

  • 15:50 13 Îlon 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Şirnex û navçeyên wê 3 roj in bîranînên ji bo şehîdên azadiyê didome û îro ji bo cangoriyan mewlûd hat dayîn.
 
Li navenda Şirnexê û navçeyên Silopya, Elkê, Hezex û Qilebanê bi pêşengtiya Komeleya Yekîtî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) ya Şirnexê ji bo şehîdên Tevgera Azadiyê yên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane bernameya bîranînê tê lidarxistin. Di roja 3'yemîn de li gel endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên civakî hezaran welatiyan serdana bîranînê kir. Bîranîna ku 3 roj in berdewam dike bi xwedina mewlûdê ya ji bo cangoriyan bi dawî bû. Piştî bidawîbûna bîranînên li Şirnex, Hezex, Elkê û Qilebanê danê êvarî dê ji bo hemû cangoriyên azadiyê yên Şirnexê bernameyek bîranînê li navçeya Silopya were lidarxistin.
 
Şirnex
 
Bîranîna li Mala Şînê ya Mehmet Emîn Acar a li navenda Şirnexê di roja 3'yemîn de bi tevlibûna hezaran welatiyan berdewam dike. Bi hezaran welatiyên ku tev li bîranînê bûne malbatên şehîdan bi tenê nehiştin. Li vir jî ji bo şehîdan mewlûd hate dayîn û dia hatin xwendin.
 
Hezex
 
Li Mala Şînê ya Konûtan a li taxa Atakentê bîranîna ji bo cangoriyên azadiyê yên di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dayîne di roja 3'yemîn de berdewam kir. Li mala şînê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Her wiha wêneyên cangoriyên ku bîranîn ji bo wan tê lidarxistin bi gulan û alên kesk û sor û zer hatin xelamilandin. Welatiyên ku tev li bîranînê bûn bê navber diruşmên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz kirin.
 
Bîranîna li Hezexê di roja 3'yemîn de bi xwedina mewlûdê bi dawî bû.
 
Qileban
 
Li gundê Roboskê bîranîna ji bo cangoriyên Tevgera Azadiyê di roja 3'yemîn de bi tevilbûna sedan welatiyan berdewam dike. Bîranîna roja 3'yemîn bi rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
 
Alîkarê Hevserokatiya Giştî yê DBP'ê Huseyîn Bîrlîk di bîranînê de got ku têkoşîna gelê Kurd berdewam dike û heya ku gelê Kurd mafên xwe destbixîne ev têkoşîn berdewam bike.
 
Piştî axaftina Huseyîn Bîrlîk ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd hate dayîn û dia hatin xwedin.
 
Silopya
 
Bîranîna ji bo cangoriyên azadiya ya li Mizgefta Valî Kamîl Acûn serê sibê zû dest pê kir. Posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pankartên, ‘Şehîd ronahiya rêya me ne’ û ‘Şehîdên me rûmeta me ne’ hatin daliqandin. Endamên Meclîsa Dayîkên Aştiya ya Şirnexê ji deverek nêzî cihê bîranînê bi diruşmên, “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” meş lidarxistin. Bîranîna roja 3yemîn bi xwendina ‘Çerxa Şoreşê” û rêzgirtinê dest pê kir.
 
Li Silopya jî ji bo cangoriyên azadiyê mewlûd hate dayîn û dia hatin xwendin.
 
Bîranîna ji bo cangoriyên Şirnex û navçeyên wê dê danê êvarî bi pêşandanda sînevîzyon û axaftinan a li Silopya bi dawî bibe.