Berdana Hicran Binici cara 5'an hat astengkirin
- 15:20 15 Îlon 2026
- Rojane
ENQERE - Berdana Hicran Binici ya ku 33 sal in li Girtîgeha Jinan a Sincanê girtî ye, ji bo salek din hat paşxistin.
Berdana Hicran Binici ya ku 33 sal in li Girtîgeha Jinan a Sincanê girtî ye, ji hêla Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê ve ji bo salekê hat paşxistin. Bi vê paşxistina dawî, berdana Hicran Binici cara pêncemîn hat astengkirin.







