PJAK, YRK û HPJ'ê serdana şehîdgehê kirin
- 11:55 16 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - PJAK, YRK û HPJ'ê bi wesîleya salvegera şoreşa "Jin, Jiyan, Azadî" serdana Şehîdgeha Şehîd Arîn û Şehîd Jîrwan kirin.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK), Yekîneyên Hêzên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) û Hêzên Parastina Jinê yên Rojhilatê Kurdistanê (HPJ) duh êvarê serdana Şehîdgeha Şehîd Arîn û Şehîd Jîrwan kirin.
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
"Bi boneya çaremîn salvegera şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’, gerîlayên HPJ û YRK’ê şehîdên azadiyê û hemû şehîdên şoreşê bi merasîmekê bi bîranîn. Di merasîmê de mûm li ser gora şehîdan hatin vêxistin û bîranîn û rêbaza wan careke din hate nûkirin.
Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ di 16’ê Îlona 2022’yan de, piştî şehîdkirina Jîna Emînî, keça Kurd a xelkê Seqizê, ji aliyê desthilatdariya hov û zordar a Komara Îslamî ya Îranê ve, li Rojhilatê Kurdistanê destpê kir. Vê şoreşê ji dilê civaka Kurdistanê serî hilda û bi lez belavî hemû Îran û herêmê bû.
‘Jin, Jiyan, Azadî’ ne tenê serhildanek li dijî qetilkirina Jîna bû, ew dengê jinan, ciwanan û hemû wan kesan bû ku ji bo azadî û jiyaneke azad rabûn ser piyan. Ev şoreş bi xwîna şehîdan û berxwedana gel berdewam kir û bû sembola têkoşîna azadiyê.
Bi boneya çaremîn salvegera vê şoreşê, gerîlayên Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê û Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistanê, di şeva 15’ê Îlonê de serdana pakrewangeha Şehîd Arîn û Şehîd Jîrwan kirin.
Gerîlayan li ser gora her yek ji şehîdan mûm vêxistin û bi rêzdarî bîranîna canfedayên şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bilind ragirtin. Di wê merasîmê de, soz û peymana xwe berdewamkirina di rêbaza şehîdan, têkoşîna azadî û rizgariyê de nû kirin."







