Doza Aslihan Sînem Çîçek hat taloqkirin
- 18:24 16 Îlon 2026
- Hiqûq
ÎZMÎR - Di doza der barê mirina bi guman a Aslihan Sînem Çîçek de gumanbar hatin guhdakririn û ji bo dozger mutala xwe pêşkêş bike doz taloqî 11’ê Mijdarê hat kirin.
Li Îzmîrê jina bi navê Aslihan Sînem Çîçek di 2022’an de birîndar hat dîtin û li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Runiştina der barê dozê de li 11’emîn Dadgeha Ceza Giran a Edliyaya Bayrakliyê hat dîtin. Malbata Sînem Çelîk û parêzerên aliyan tevli runştinê bû. Gumanbarê girtî Cem Acar li salonê amade bû û gumanbar Burak Kaya bi SEGBÎS’ê tevli runiştinê bû.
Platforma Emê Kuştinên Jinan Rawestînin (KCDP) û Meclîsa Jinan a Îzmîrê doz şopandin.
Heyeta dadgehê biryara berdewamkirina girtina gumanbaran da û ji bo dozger mutala xwe pêşkêş bike doz taloqî 11’ê Mijdarê kir.
Piştî daxuyaniyên rêxistinên jinan li ber edliyeyê daxuyaniyek dan û nûnera KCDP’ê ya Îzmîrê Tulîn Osmanogullari axivî û da zanîn ku ji bo dosya Aslihan Sînem Çîçek ronî bibe 4 salin têdikoşin û got wê ji bo Aslihanê edaletê bînin.
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.







