‘Li Rojava yekîtiya Gelê Kurd hedef hatiye girtin’
- 09:07 19 Îlon 2026
- Rojane
AMED - Jinên ku bertek nîşanê êrîşên li dijî Rojavayê Kurdistanê tên kirin, dan destnîşan kirin ku tê xwestin pêvajoya hatiye destpêkirin bi êrîşan bê sabotekirin. Jinan bang kirin ku divê kujer bên diyarkirin, pêvajo di aliyê hiqûqî de bên parastin û piştevaniya bi Gelê Kurd re bê mezinkirin.
Şervanê Tabûra Hesekê yê ku li bajarê Hesekê yê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Sîpan Hiznî (Samî Şêxmûs Hiso), ji aliyê komên çekdar ên nenas ve hatibû revandin, li gundê Edlan ê Serêkaniyê hat qetilkirin. Piştî qetilkirina Sîpan Hiznî, cenazeyê wî şandin bajarê Hesekê û bi awayekî girseyî hat oxirkirin. Û piştre têkildarî komkujiyê lêpirsîn hat destpêkirin. Piştî komkujiyê gel daket qadên bajarên Rojavayê Kurdistanê û çalakiyên protestoyî li dar xistin. Her wiha li navenda bajêr 2 roj şîn hat ragihandin.
Li dijî vê komkûjiyê li çar parçeyên Kurdistanê çalakî hatin lidarxistin û jinan destnîşan kirin ku ev êrîş li dijî nasnameya Gelê Kurd hatiye kirin.
‘Armanca êrîşan yekîtiya Gelê Kurd e’
‘Pêvajoya li Rojava divê bigihîhe fermîyetê’
Fatma Sûmbûl anî ziman ku li Rojhilata Navîn ji bo avakirina aştiyeke mayînde divê pêvajo neyê paşxistin û wiha domand, “Ji ber ku pêvajoyeke wiha heye. Pêvajoyeke ber bi yekîtiya neteweyî ya Gelê Kurd û Rojhilata Navîn ve hatiye destpêkirin. Êdî divê ev pêvajo bi belgeyên fermî û hiqûqî bê misogerkirin. Divê pêvajo domdarî neyê paşxistin, taloqkirin û dirêjkirin. Ger em bi rastî bixwazin ku welat û Rojhilata Navîn bigihêjin aştiyê, êdî divê her kes destê xwe bixe bin kevir. Bila hikûmeta Sûriyeyê be, aliyên din bin, kî dibe bila bibe, divê her kes berpirsiyariyan bigire ser xwe û piştrast bike ku ev pêvajo di zûtirîn demê de bi gavên fermî û berbiçav pêş ve biçe.”
Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer jî bertek nîşanî revandin û qetilkirina Sîpan Hiznî û mirinên ku di girtîgehê de qewimîn da û ev tiştan destnîşan kir, “Çend roj berê li Rojava Sîpan Hiznî hate revandin û qetilkirin. Ev komkujî sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku qet nayê qebûlkirin. Bi taybetî di demekê de ku li Rojhilata Navîn behsa pêvajoyeke aştiyê tê kirin û hewldana avakirina aştiyê heye, qewimîna bûyereke wiha nayê qebûlkirin. Piştî banga Birêz Ocalan a ku got divê çek bêdeng bibin û pêvajoya aştiyê dest pê bike, di van du salên dawî de gelek hevdîtin û peyman pêk hatin. Bi taybetî di demekê de ku li Rojava jî wekî beşek ji vê pêvajoyê peyman hatine çêkirin û ji bo avakirina aştiyê gav hatine avêtin, qewimîna komkujiyeke wiha tiştekî ku nayê qebûlkirin e. Ev yek ji aliyê kê ve, ji aliyê kîjan civakê ve an li ku derê hatibe kirin bila bibe, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Divê hovîtî bi tu awayî neyê qebûlkirin û normalîzekirin. Bi taybetî kuştina mirovên di girtîgehê de yên di nava rewşeke bêparastin de bi rêya şewitandinê, ji bo raya giştî ya cîhanê sûcekî li dijî mirovahiyê ye ku qet nayê qebûlkirin.”
‘Kujerên li Rojava divê bên eşkerekirin’
Gulşen Ozer diyar kir ku divê kujer tavilê bên eşkerekirin û cezakirin û wiha pê de çû, “Di vê pêvajoyê de qewimîna hovîtiyeke wiha bi rastî rewşeke ku bi gotinan nayê vegotin e; cihê ku mirovahî lê diqede ye. Îro divê hemû cîhan li dijî vê yekê dengê xwe derxe, tiştên qewimî qebûl neke, kujer kî ne bên eşkerekirin û berpirs bên cezakirin. Em difikirin ku divê hemû cîhan vê yekê daxwaz bike.”
‘Bêdengbûna mirovan li hemberî sûcê mirovahiyê ye’
Gulşen Ozer bal kişand ser girîngiya piştevaniya li hemberî bûyerên li Rojava û wiha axivî: “Ne pêkan e ku kesê xwedî wijdan li hemberî vê bêdeng bimîne. Li vir piştevaniya mirovan, parvekirina êşê û neqebûlkirina vê komkujiyê nîşan dide ku êşa qewimî êşa hevpar a hemû mirovan e. Di heman demê de nîşan dide ku mirov êdî li Rojhilata Navîn, li Rojava û li her derê cîhanê aştiyê dixwazin û naxwazin ku mirov bên qetilkirin û dixwazin di nava aştiyê de bijîn. Ji bo ku komkujiyên wiha careke din neqewimin, divê mirovahî erka xwe bîne cîh û li hemberî vê hovîtiyê bêdeng nemîne. Divê ev ne tenê wekî komkujiyekê ku ji ber kurdbûnê hatiye jiyîn bê dîtin. Kî dibe bila bibe, ol, ziman, nasname û eslê wan çi dibe bila bibe, divê tu kes mirineke wiha, hovîtî û komkujiyekê qebûl neke. Divê li Tirkiyeyê û li her derê cîhanê her kes li dijî vê dengê xwe derxe. Ji ber ku dema mirovahî hov diqede û li hemberî vê bêdeng tê mayîn, ev hovîtî li cihên din jî belav bibe. Bêdengbûna mirovan li hemberî vê êş û komkujiyê, di rastiyê de tê wateya sûcê mirovahiyê. Em ji vir bang li xelkê herêma Tirkiyeyê dikin; divê her kes li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemîne, dengê xwe derxe û li hemberî sûcên li dijî mirovahiyê helwesteke hevpar pêş bixe.”
Ji Rêveberiya Amedê ya DEM Partiyê Songul Can jî diyar kir ku êrîşên li dijî kurdan ên li çar parçeyên Kurdistanê beşek ji pêvajoyeke plankirî ne û got: “Li çar parçeyên Kurdistanê bi awayekî cidî careke din li dijî kurdan pêvajoyeke planankirî ya ku armanc dike wan tine bike, tê destpêkirin. Bi taybetî di pêvajoya dawî de qetilkirina 10 hevalên me yek ji mînakên herî eşkere yên vê yekê ye. Lê em dizanin ku ev pêvajo wê bi vî rengî berdewam neke. Bi taybetî em dizanin ku şervanên azadiyê yên ku rêxistin û têkoşîna me dimeşînin wê bi tu awayî vê qebûl nekin û di pêvajoya pêş de wê bê guman bersiva vê yekê bê dayîn. Têkoşîn li her derê berdewam dike, têkoşîna me pîroz e. Îro li Amedê, Rojava, Îran û li çar parçeyên din ên Kurdistanê jî têkoşîna me wê bidome.”
‘Dijminatiya li dijî kurdan dimeşe’
Songul Can bertek nîşanî hedefgirtina Kurdan a li erdnîgariyên cuda û li ser medyaya dîjîtal parvekirina dîmenên kesên hatine qetilkirin da û wiha destnîşan kir, “Qetilkirina hevalên me û bi taybetî servîskirina vê yekê bi rêya medyaya dîjîtal, di rastiyê de yek ji delîlên herî girîng e ku nîşan dide pêvajo çawa dimeşe. Em di ferqa vê yekê de ne. Bi taybetî bi zanebûn û bi daxwaz servîskirina dîmenên hevalê me li ser medyaya dîjîtal, em wekî nîşaneke têgihîştina ‘Kurd li ku derê bin bila bibin dijminê me ne’ dinirxînin. Em dibînin ku ev dijminatî hîn jî berdewam dike. Ev pêvajo ji me re ev jî nîşan da; em li ku derê bin bila bibin, wekî kurd em ê di nava piştevaniyê de bin. Li Rojava, li Iraqê, li Îranê, li metropoleke Tirkiyeyê ya ku bixwaze an li cihekî din ê ku kurd lê hene van polîtîkayan li dijî me dimeşînin. Li hemberî vê yekê divê em piştevaniya xwe û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
‘Têkçûna mezin a li Kobanê, bi tu awayî hezim nakin’
Songul Can bal kişand ser polîtîkayên rêveberiya Hikumeta Demkî ya Sûriyeyê û wiha dawî li axaftina xwe anî, “Bi taybetî dema em ji aliyê Kobanê ve lê dinêrin, em dibînin ku avahiyek heye ku têkçûna mezin a ku li Kobanê girtine bi tu awayî hezim nakin. Şara jî nîşaneke vê yekê ye û ev nêzîkatî berdewam dike. Ez difikirim ku ji bo ku hikûmeta demkî ya Şarayê bikin mayinde û hin sozên ku dane emperyalîstan pêk bînin, êrîş dê bi rengekî hîn mezin bên meşandin. Ji ber vê yekê divê em têkoşîna xwe li hemberî êrîşên ku bi taybetî li dijî zimanê Kurdî ne, mezin bikin û bidomînin.”
‘Gelê Kurd divê li her derê rabe li ser piyan’







