Li Şengalê goreke komî hate vekirin

  • 15:58 20 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê nêzî mezargeha Şerfedîn, bi beşdariya daîreya Tipa Edlî, xizmên kesên jiyana xwe ji dest dane û gel ve goreke komî ya 76 cenazeyan pêk tê hat vekirin.
 
Di 3’ê Tebaxa 2014'an de çeteyên DAIŞ’ê êrîş birin ser civaka Êzidî û Şengalê. Di vê fermana hatiye jiyankirin de bi deh hezaran Êzidî ji cih û warên xwe bûn, bi hezaran keç û jinên Êzidî ketin destê çeteyên DAIŞ’ê. Her wiha nêzî 100 gorên komî li pey xwe hiştin.
 
Ev cenazayên gora komî ya li mezargeha Şerfedîn ji aliyê PDK'ê ve bê ku testa wan a DNA’yê bê kirin, di sala 2016'an de ji Xanesorê hatin rakirin û bi awayekî bêserûber li vir hatin veşartin.  Ev yek bû di nava civaka Êzidî de sedema hêrs û nerazibûnek gelek mezin. Ji wê demê heta niha daxwaza gel ew e ku ev gor bi awayek lez û bez bên vekirin.
 
Hestiyên hatine derxistin wê ji bo Tipa Edlî Ya Bexdayê re bên şandin
 
Herî dawî gora komî ya li ber mezargeha Şerfedîn ji aliyê Daîreya Tipa Edlî ya Bexdayê û xizmên cangoriyan û civaka Êzidî ve bi merasîmekê olî hate vekirin.
 
Li gorî agahiyan karê vekirin gora komî wê ji hefteyekê heta 10 rojan dewam bike û hestiyên hatine derxistin wê ji bo Tipa Edlî Ya Bexdayê re bên şandin. 77 gorên komî hatin vekirin
 
Hêjayî bîrxistinê ye ku ii seranserê Şengalê heya niha 96 gorên komî û bi dehan yên ferdî hene. Ji van 77 hatine vekirin û heya niha 19 man e. 561 cenazeyên ku heta niha ji van gorên komî hatine derxistin jî, li Tiba Edlî ya Bexdadê tên rawestandin.