ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2026'AN

  • 09:00 23 Îlon 2026
  • Rojev
 
*Jinên tevli meşa ku bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya Kurdî ya li Cizîrê pêk hat bûn, balkişandin ser girîngiya zimanê dayikê. DÎMEN HEYE 
 
* Jinan diyar kirin ku aştî ne tenê bêdengbûna çekane û got: “Di pergala civakî de li gorî nirxên mirovahî ya navneteweyî û hukmên navneteweyî dikare aştî bê tesîskirin.” BI DÎMEN 
 
*Jineke ku di zaroktiya xwe de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye, behsa pêvajoya ketina nava tiryakê, têkoşîna xwe ya ji bo tedawiyê û hewldanên xwe yên ji bo careke din vegere ser nigên xwe kir. Şahidiya ku di vê beşa dosyeya me de cih digire, li Botanê nêrîneke rasterast li ser nîqaşên têkildarî tiryakê, ciwanan û “şerê taybet” pêşkêş dike. DÎMEN HEYE 
 
* Jinan ji bo konferansa "Jin ligel hev pêşerojê diaxivin" bang li hemû jinên pêşengên pêvajoya aştî û muzakereyê kirin ku, di duyemîn sedsala komarê de pêşerojeke çawa dixwazin, bi hev re nîqaş bikin. BI DÎMEN