Li Botanê rûyê şerê piralî (3)
- 09:06 23 Îlon 2026
- Dosya
Şahida dorpêçkirina li Botanê ciwanan dike hedef
Rojda Aydin
ŞIRNEX - Jineke ku di zaroktiya xwe de dest bi bikaranîna tiryakê kiriye, behsa pêvajoya ketina nava tiryakê, têkoşîna xwe ya ji bo tedawiyê û hewldanên xwe yên ji bo careke din vegere ser nigên xwe kir. Şahidiya ku di vê beşa dosyeya me de cih digire, li Botanê nêrîneke rasterast li ser nîqaşên têkildarî tiryakê, ciwanan û “şerê taybet” pêşkêş dike.
Piştî heyama şer a bi salan li Botanê, yek ji nîqaşên herî dijwar ên îro li ser encamên civakî yên polîtîk e ku wekî “şerê taybet” tên pênasekirin. Zêdebûna belavbûna tiryakê, fuhûş, sîxûrî û çetebûyîna li herêmê, beşek ji wan polîtîkayan e ku bîra civakî, jiyana civakî ya rêxistinkirî û bi taybetî jî nifşên ciwan dikin hedef. Îro, ciwan bi rêya rêbazên nû û di warên cûrbecûr ên jiyana civakî de, ber bi vê çembera şerê taybet ve tên kişandin.
Temenê girêdayîbûna bi tiryakê ve li herêmê bi awayekî domdar dadikeve, bi taybetî jî piştî heyama 2015-2016’an ligel polîtîkayên “şerê taybet” ev yek hat belavkirin. Jin û ciwan bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin.
Di vê beşa dosyayê de, em ê mijarê bi rêya şahidiya jineke ciwan a li dij jiyana bi girêdayîbûna bi tiryakê re têdikoşe, bigirin dest.
Di temenê zarokatiyê de dest bi tiryakê kir
Jina ku ji ber sedemên ewlehiyê nexwest nasnameya xwe û hûragahiyên derbarê hawirdora ku tê de dijî bêne parvekirin, diyar kir ku wê di temenê zarokatiyê de dest bi bikaranîna hişbirê kiriye.
Jina ku anî ziman wê nizanibûye bikaranîna tiryakê çi ye û dê çi encaman li ser wê çêbike û got ku piştî bikaranîna tiryakê jiyana wê bi temamî guheriye. Jina nexwest navê xwe bide, diyar kir ku wê piştî dest bi bikaranîna tiryakê kiriye jiyana wê bi temamî gûherîye û got, “Ez ketim rêyek xelet. Min nedixwest bikevim vê rêyê. Her ku min bikar anî bi tiryakê re hatim girêdan.”
‘Vedat Sansak tiryak da min’
Jina ciwan da zanîn ku ew bi rêya hevalên derdorê ketiye nav tiryakê û wiha domand, “Ez di nav hevalan de bûm û wisa ketim vê rêyê. Min nizanibû ev yek tiryak e. Em bi hev re li derve rûniştibûn. Di jiyana min de berê wê tu pirsgirêk tunebû. Hevala min ji min re got ‘bêhna te teng e îro?’. Min jî got belê. Piştre got ‘tiştek li cem min heye ez bidim te tu yê gelekî kêfxweş bibî. Tu tişt nayê bîra te, tu yê rehet bibî.’ Min jî got temam. Lê min nizanibû tiştekî wiha ye. Wî tiryakê bikar anî û piştre da min. Piştî ku min bikar anî ez nedikarî rabim ser xwe. Dema tiryak li cem min diqediya min diçû dirav dianî min dida Vedat Sansak û jê dikirî. Ez nizanim ku ew ji kê distîne.”
Cara duyemîn dest bi tiryakê kir
Jina ciwan da zanîn ku ew dixwaze ji tiryakê rizgar bibe û wiha pê de çû, “Ji ber vê yekê min dest bi tedawiyê kir. Min salekê li Amedê tedawî dît. Min mehekê jî li Mêrsînê tedawî dît. Wê demê ez gelek baş bûm û jê veqetiyam. Lê belê piştî ku ez vegeriyam welat ji ber wê hevaltiyê careke din ketim nava vê yekê. Lê ev meheke ez bi kar naynim. Ez niha baş im. Hewl didim ku careke din berdim. Lê li vê derê derfetên tedawiyê tune ne.”
Hem tiryak û hem jî fûhûş
Jina ciwan destnîşan kir ku cara ewil Vedat Sansak wê fêrî tiryakê kiriye û wiha domand, “Dema ku min tedawî dît, min têkiliya xwe bi wî re qut kir. Cara duyemîn dema ku min hevalên nû nas kir cara duyemîn min dest pê kir. Min cara duyem ji Şivan, Beytullah, Ferhat û Zahîdeyê tiryak peyda dikir. Van kesan tiryak difrotin. Ez nizanim ku ew tiryakê ji ku tînin. Lê hertim tiryak li cem wan hebû. Cihên wan ango daîreyên wan hene. Dema kesên bikartînin wan digerin diçin ji wan digirin. Jinek bi navê Marîa jî heye. Ne xelkê vê derê ye. Lê li vir jiyana xwe didomîne. Ew jî hertim tiryakê bikartîne û difroşe. Lê her wiha fûhûşê jî dike. Kesên diçin li cem wê jî berê wan dide fûhûşê.”
Di beşa duyem a dosyayê de, şahida ku hevpeyvîn pê re hat kirin jî diyar kir ku ji jina bi navê “Marîa” tiryak kiriye; ev yek jî ji aliyê vegotinên hevdu ên du şahidên serbixwe yên derbarê heman kesî de, rastandina îdîayan xurt dike.
‘Ev ne rêyek xweş û baş e’
Jina ciwan da xuyakirin ku ji bo tiryakê berde malbata wê gelek piştgirî daye û wiha dirêjî da axaftina xwe, “Malbata min ji bo ku ez tiryakê berdim piştgiriyek mezin dan min û hîn jî li pişt min in. Ez ji bo ciwanan dixwazim vê bêjim; ne rêyek xweş û baş e. Dema tu bikevî nav tiryakê jiyana te pê re tune dibe. Piştî ku tu bi tiryakê re girê dibî poşmaniyek mezin çêdibe. Tu dixwazî jê veqetî lê tu nikarî. Bila malbatên me xwedî li ciwanan derbikevin û zarokên xwe ji vê yekê xilas bikin. Xwezî ez niha bi temamî jê xilas bibûma. Ez dixwazim jiyanek min a baş û hevaltiyek paqij hebe. Lê mixabin îro berê hemû ciwanan li ser vê yekê ye. Bibe nebe tu jî dikevî nav van hevaltiyên qirêj.”
Polîs dibêje ‘em nas dikin’ û wan berdide
Jina ciwan bal kişand ser operasyonên ku li dijî tiryakê tên kirin û got, “Gelek caran operasyon hatin kirin û kesên difroşin hatin binçavkirin. Lê belê piştre dîsa berdidin. Min bi xwe jî navên kesên difroşin daye. Lê tiştek nayê kirin. Polîsan bang li min kiribûn, ez çûm û min wê demê navên wan hemûyan dan. Dibêjin ‘belê em van kesan nas dikin.’ Lê piştî dikin binçavan berdidin. Ev ne çareserî ye.”
‘Rêya heriyê ye’
Jina ciwan di dawiyê de ev tiştan anî ziman, “Ev rê jiyanek gelek ne xweş e. Rêya heriyê ye. Xwezî em neketina vê rêya xelet. Lê ez ê dîsa jî ji vê rêyê xilas bibim. Bila hemû ciwanên ku vê yekê dikin dev ji vê yekê berdin. Bila malbat li ser zarokên xwe bisekinin.”







