‘Em zimanê xwe neaxivin, em mirî ne’
- 09:03 23 Îlon 2026
- Rojane
ŞIRNEX - Jinên tevli meşa ku bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya Kurdî ya li Cizîrê pêk hat bûn, balkişandin ser girîngiya zimanê dayikê.
Bi salan e polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê yên li ser gelê Kurd didomin û ev polîtîka piranî li ser ziman û çanda gel tê meşandin. Bi pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek ji daxwazên esas yên gelê Kurd perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya ji bo zimanê Kurdî ye. Bi destpêkirina dema perwerdehiya nû re bi hezaran zarokên Kurd îsa ji perwerdehiya bi zimanê dayikê bêpar man. Gel li dijî vê bertekên xwe tînin ziman.
‘Em zimanê xwe neaxivin, em mirî ne’
Jinên li navçeya Cizîr a Şirnexdê tevli bernameya ji bo perwerdehiya bi zimanê dayikê û statuya ji bo Kurdî bûn balkişandin ser girîngiya perwerdehiya bi zimanê dayikê. Her wiha jinan diyar kirin ku di her qada jiyana xwe de bi Kurdî diaxivin û hinekan jî destnîşan kirin ku tevî ku ji bilî Kurdî ziman nizanin, bi Kurdî xizmetê nagirin û ji ber vê jî pirsgirêkan dijîn. Her wiha jinan diyar kirin ku ew dixwazin zarokên wan bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha vegotin: “Em çiqas ziman bizanibin evqas baş e. Lê beriya her tiştî divê zarokên me bi zimanê xwe biaxivin. Ger em zimanê xwe neaxivin, em mirî ne.”







