Nazenîn Husênpûr bi kefalet hat berdan

  • 13:11 25 Îlon 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Nazenîn Husênpûra 34 salî ku dayîka du zarokan e, piştî 37 rojan, bi danîna kefaleta 2.5 milyar Tomenî bi demkî ji Zindana Navendî ya Urmiyeyê hat berdan lê rewşa wê ya yasayî hê nediyar e.
 
Nazenîn Husênpûr, nişteciha Pîranşarê ye, piştî dayîna kefaleta 2.5 milyar Tomen, piştî 37 rojan, bi demkî ji Zindana Navendî ya Urmiyeyê hat berdan.
 
Nazenîn Husênpûr a 34 salî dayîka du zarokan e. Ew di 6’ê Tebaxa 2026’an de, piştî ji ku ji aliyê Daîreya Îstîxbaratê ya Pîranşarê bangî wê hat kirin, hat binçavkirin û wê birin navendeke ewlehiyê ya li Urmiyeyê.
 
Li gorî agahiyên der barê doza wê de hatine weşandin, di dema girtinê de têkiliya wê bi malbatê re nemaye û gihîştina parêzer jê re hatiye qedexekirin. Piştî ku dema lêpirsînê bi dawî bû, wê şandin Zindana Navendî ya Urmiyeyê û di dawiyê de bi kefalet hat berdan.
 
Tevî berdana demkî, hûrguliyên sûcdariyên li dijî Husênpûr û bingehên qanûnî yên girtina wê hê nehatine eşkerekirin.
 
Nazenîn Husênpûr li gundê Şînabad ê Pîranşarê dijî. Zewiciye û keç û kurek wê yên biçûk hene. Hevjînê  wê çend sal in bi nexweşiya penceşêrê re şer dike, ku bûye sedema felcbûna qismî.
 
Serbestberdana wî bi kefalet nayê wê wateyê ku doz hatiye girtin. Rewşa yasayî ya Husênpûr û sûcdariyên li dijî wê hê jî nediyar in.