Parêzvana mafên mirovan Siham Ben Sederin bi xetereya girtinê re rûbirû ye
- 12:44 28 Îlon 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tunisê di demên dawî de zextên li ser çalakvan û parêzvanên mafên mirovan zêde bûne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî hişyarî da ku parêzvana mafên mirovan Siham Ben Sederin bi cezayê 25 salan û xetereya vegera zindanê re rûbirû ye.
Li Tunisê di demên dawî de zêdebûneke berbiçav a girtinê û dozên qanûnî pêşketiye. Çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rêberên raya giştî yên di nav derdorên sivîl û siyasî de tên hedefgirtin. Ev kes bi gelek tohmetan re rûbirû ne, di nav de ewlehiya neteweyî, komplo û sûcên darayî.
Xetereya girtina ji nû ve li ser Siham Ben Sederin
Parêzvana mafên mirovan a Tunisî Siham Ben Sederin piştî du biryarên dadgehê yên ku cezayê wan bi tevahî 25 sal e, bi xetereya vegera zindanê re rûbirû ye. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di 27’ê Îlonê de ragihand ku ev her du biryar bi du ji heft dozên ku ji ber xebata wê ya di dema serokatiya Komîsyona Rastî û Rûmetê de li dijî wê hatine vekirin ve girêdayî ne.
Rêxistinê diyar kir ku Siham Ben Sederin niha li benda encama îtîrazê ye, lê ji bo bicîhanîna cezayê xwe xetereya girtina wê ya ji nû ve heye. Her wiha ji ber pênc dozên din ên li dijî wê, qedexeya derketinê li ser wê hatiye dayîn.
Li gorî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Ben Sederin ji destpêka Tebaxa 2024’an heta 19’ê Sibata 2025’an di girtîgehê de maye û piştre Dadgeha Îstînafê ya Tunisê ferman da ku ew bi kefaletê were berdan heta ku darizandina wê bi dawî bibe.
Hedefgirtina xebatên mafên mirovan
Rêxistinê heft dozên qanûnî yên cuda yên li dijî Siham Ben Sederin wekî hedefgirtina rasterast a wê ji ber çalakiyên wê yên rewa yên mafên mirovan dît. Komîsyona Rastî û Rûmetê berpirsiyarê birêvebirina dozên dadweriya veguhêz û lêkolîna binpêkirinên berê yên li welêt bû.
Rêxistinê her wiha diyar kir ku di pêvajoya darizandinê de garantiyên darizandineke dadperwer bi awayekî eşkere hatine binpêkirin û bang li rayedarên Tunisê kir ku mehkûmiyetê betal bikin û hemû tohmetên li dijî wê rake.
Xetereya li ser paşeroja edaleta veguhêz
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî her wiha hişyarî da ku ev doz ji bo pêşeroja edaleta veguhêz xetereyek cidî diafirîne. Rêxistinê destnîşan kir ku ev pêvajo gefê li ser şiyana kesên ku di vî warî de dixebitin dixwe ku erkên xwe yên fermî bêyî tirsa ji pêvajoyên qanûnî yên tolhildanê pêk bînin.







