Li Amedê 2'yemîn Mihrîcana Govendê tê lidarxistin
- 14:17 28 Cotmeh 2026
- Çand û Huner
AMED - Li Amedê 2'yemîn Mihrîcana Govendê di 31'ê cotmehê de dest pê dike. Di mihrîcanê de dê gelek komên govendê derkevin ser dikê û lîstikên gelek herêmên Kurdistanê pêşkêş bikin.
Li Amedê di pêşengtiya Komeleya Çand, Huner û Wêje ya Jinan (KASED) Sanatça Organîzasyon û Komeleya Dîcle ya Çand û Hunerê ve 2'yemîn Mihrîcana Govendê tê lidarxistin. Mihrîcan dê di 31'ê cotmehê de bi meşa cil û bergên Kurdî dest pê bike. Piştî meşê li Çand Amedê panela bi mijara ‘Girîngiya govendê di dîroka çand Kurdan de’ were lidarxistin.
Bernameya mihrîcanê dê 1'ê mijdarê bi pêşandana govendên herêman berdewam bike. Komên ku ji Amed, Ewropa, Colemêrg, Çewlîg, Stenbol, Ûrmiye, Êlih, Mêrdîn, Mêrsîn, Bedlîs û Wan tev li mihrîcanê dibin dê lîstikên gelek herêman pêşkêş bikin.
Mihrîcan di heman rojê de bi konsera hunermend Neslîhan Edîş bi dawî bibe.







