Ji bo mafê hêviyê bang: Bila biryarên DMME'yê bên pêkanîn
- 13:13 31 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo bicihanîna mafê hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di tevahiya salê de xebatên navneteweyî hatin meşandin û di van xebatan de 845 îmze hatin komkirin. Îmzevanan bang li Konseya Ewropayê kir ku gavek şênber bavêjin.
Di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareseriya Siyasî” de, li welatên cuda xebatên name û kampanyayên îmzeyan hatin meşandin. Bi vê yekê bang li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê hate kirin ku biryara sala 2014’an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) derbarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de daye, bi cih bîne.
Li gorî agahiyên organîzatorên kampanyayê di çarçoveya xebatên ku tevahiya salê hatine meşandin de, ji 50 welatan bi giştî 845 îmze hatin komkirin. Hat diyarkirin ku 109 Xelatgirên Nobelê, 132 nûnerên hilbijartî, 127 rêxistinên civaka sivîl û zêdeyî 20 sendîkayan destek daye van xebatan.
Ji 109 Xelatgirên Nobelê piştgirî
Di çarçoveya xebatên navneteweyî de ji xeynî Xelatgirên Nobelê, parlamenter, nûnerên partiyên siyasî, akademîsyen, hiqûqnas, sendîkavan û parêzvanên mafên mirovan jî bi daxwaza bicihanîna mafê hêviyê hatin ba hev.
Di nameyên hatine amadekirin de hate xwestin ku Tirkiye biryarên DMME’yê bi cih bîne, têkildarî rewşa hiqûqî ya Abdullah Ocalan gav bavêje û di Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de bi roleke girîng rabe.
Di xebatên îmzeyan de hate destnîşankirin ku bicihanîna mafê hêviyê tenê meseleyeke hiqûqî ya şexsî nîne, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêşxistina aştiya mayînde jî girîng e.
Wê hewldan bidomin
Piştî xebatên ku di tevahiya salê de hatine meşandin, bal li ser civîna meha Kanûnê ya Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ye.
Di vê çarçoveyê de herî dawî, ji 29 welatan bi desteka 620 îmzevanan nameyeke cuda hate amadekirin û ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re hate şandin. Di nameyê de hate xwestin ku ji bo mafê hêviyê yê Abdullah Ocalan Tirkiye divê berpirsyariyên xwe bi cih bîne û Konseya Ewropayê jî divê biryarên şênber bide.
Organîzatorên kampanyayê beriya civîna meha Kanûnê, armanc dike ku bi nûnerên daîmî yên welatên Konseya Ewropayê re hevdîtinan bikin.
Organîzatorên kampanyayê dixwazin ku mafê hêviyê were mîsogerkirin û Abdullah Ocalan bikare di şert û mercên azad de tevlî pêvajoya aştiyê bibe.
Tê payîn ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîna xwe ya 1-3’yê Kanûna 2026’an de biryarên DMME’yê yên têkildarî mafê hêviyê car din binirxîne.







