Rahîme Karvar: Rojnameger ne tenê daxwaz dikin, divê yên qadê vedikin bin

  • 09:10 6 Mijdar 2026
  • Rojane
Rojîn Abay
 
STENBOL - Rojnameger Rahîme Karvar da zanîn ku polîtîkayên zextê yên desthilatdariyêli ser çapemeniyê li dijî pêvajoya muzakereyê ne û got: “Rojnameger ne tenê yên daxwaz dikin divê yên qadê vedikin bin.”
 
Zext, sansur, astengiyên li ser çapemeniya Kurd û muxalîf û mudaxaleyên qeyûman didomin. Cezayên ji bo saziyên çapemeniyê tên dayîn jî mafê dayîna nûçeyan asteng dike. Rojnameger Rahîme Karvar der barê mudaxaleyên li hember çapemeniyê û sansura tê kirin, nirxandin kir.
 
Li dijî pergala yek dengî ya destilatdar têkoşîna heqîqetê
 
Rahîme Karvar da zanîn ku desthilatdarî dixwaze pergaleke çapemeniyê ya yek dengî biafirîne û ev deng jî alîgirê serdestiya mêr, sermayê û feraseta yek-tîp Tirk û Sunî ye. Rahîme Karvar wiha dirêjî dayê: “Mînak dosya Gulîstan Doku û  desteserkirina fonê. Desthilatdarî yek dengî dixwaze. Dixwaze gel ji vî dengî tiştan fêr bibin. Lê divê ev bê dîtin. Ev deng yê kê ye? Ya yekemîn ev deng yê mêran e. Ger me dosya Gulîstan Doku ji çapemeniya desthilatdariyê bihistiba wê wek magazînê  bi întîxarê bi enca bibûna. Lê rojnamegerên jin, jinan dest ji dozê bernedan. Di desteserkirina fonan de jî me ji dengê detshilatdariyê tenê ev bihistiba wê tabloyeke spekulasyonê derketiba holê. Lê rojnamegeran dest ji vê jî bernedan û tabloyek cuda derket holê.”
 
‘Em bi hev re tevbigerin em ê pêşî lê bigirin’
 
Rahîme Karvar got sansur û girtinên li dijî azadiya çapemeniyê di carekê de nebûne û wiha bi lêv kir: “Bi normalkirina polîtîkayên zextê yên li ser çapemeniya Kurd û rojnamegerên Kurd, heta îro hatin. Di 24’ê cotmehê de  li 10 bajarab berxwedana rêxistinên pîşeyî ya çapemeniyê û welatiyan girîng e. Lê bi nedîtina berxwedana keda salan a çapemeniya Kurd û heqîqetê têkoşîna kolektîf a rastî nikare bê hûnandin. Astengkirina T24 an jî tayînkirina qeyûm a Halk TV. Ev pirsgirêkên  pêk hatin l hema wisa di carekê de nehatin vê astê. Dema zext û êrîşên li ser çapemeniya Kurd hat kirin, dema rojnameger hatin qeitlkirin, deng bihata derxistin wê îro wisa nebûna. Em bi yekitiyê dikarin pêşî li vê bigirin.”
 
‘Gavên girîng hatin avêtin’
 
Rahîme Karvar di berdewamiyê de balkişand ser pêvajoya aştî û civaka Demokratîk û wiha anî ziman: “Gavên girîng hatin avêtin. Lê destilatdarî pêvajoyê hîna ji ser bêçekbûnê digire dest. Mijara kurd bi demorkatîkbûnê ve girêdayî ye. Israra di neçareseriya pirsgirêka Kurd, ji qeyûman bigirin heta êrîşên li ser çapemeniyê bi zextan tê normalkirin. Du sal di ser pêvajoyê re derbas bûn. Gavên girîng htin avêtin. Pirsgirêka Kurd prisgirêka mezin a welat e. Hemû mijar tên li vê qadê dixitimin.”
 
‘Çapemeniya azad lingê esas ê civaka demokratîk e’
 
Rahîme Karvar  got yek ji armanca Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk avakirina civaka demokratîk e û wiha dirêjî dayê: “Çapemeniya azad yek lingê esas ê pêvajoyê ye. Sansurkirin û êrîşa li hember çapemeniyê hedefa civaka demorkatîk jî parçe dike. Divê mecrayên ku rastiyê ji gel re radigînin bên avakirin û welatî tevli têkoşînê bên kirin. Divê em qadên wisa biafirînin. Di vir de tişta hewcedariya me pê heye xeteke yekbûyî ye.”
 
‘Divê Abdullah Ocalan bang li gel bike’
 
Rahîme Karvar di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de balkişand ser newekheviya şertên di navbera muxataban de û got: “Divê tecrîda li Îmraliyê bê rakirin û riyên ku pêvajo raste rast ji civakê re tê ragîhandin bên vekirin. Muxatabê sereke yê pêvajoyê Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de ye. Divê ev tabo demildest biguhere. Divê hawireke ku Abdullah Ocalan raste rast bang li gel dike bê avakirin. Divê maseya muzakereyê zelal be. Divê kedkarên çapemeniyê geşedanan raste rast bikaribe bişopîne. Rojnamger ne tenê yên daxwaz dikin divê yên ku qadê vedikin bin.”