Jinên Efganistanê xelata Chatham House ya 2026’an girtin
- 12:44 10 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Golparêza berê ya tîma neteweyî ya futbolê ya jinan a Efganistanê Elaheh Safdarî bi merasîmek ku serokwezîra berê ya Brîtanyayê Theresa May beşdar bûyî de, li ser navê jinên Efganistanê xelat girt.
Roja Duşemê, Saziya Ramanê Chatham House a li Brîtanyayê di merasîmek ku li Londonê hatî li darxistin de xelat 2026’an da jinên Efganistanê. Golparêza berê ya tîma neteweyî ya futbolê ya jinên Efganistanê Elaheh Safdarî, li ser navê jinên welatê xwe xelat wergirt.
Ev xelat ji ber wêrekî û berxwedana kolektîf a jinên Efgan li dijî zordarî û cudakariya sîstematîk a li ser bingeha zayendî û her wiha ji bo hewldanên wan ên ji bo parastina maf û pêşeroja jin û zarokên keç hate dayîn.
Çalakvanên navdar ên Efganistanê di merasîmê de amade bûn
Serokwezîra berê ya Brîtanyayê û Seroka Chatham House Theresa May û çalakvanên jin ên navdar ên Efganî yên wek Fawziya Koofî, Şahrazad Akbar, Zahra Joya û Banefş Yaqoobi beşdarî merasîmê bûn.
Di daxuyaniya ji aliyê Chatham House ve hatî dayîn de hate diyar kirin ku tevî sînordarkirinên tund li ser perwerde, kar û beşdarbûna di jiyana giştî de, jinên Efgan hertim li ber xwe didin. Xwepêşandanên sivîl organîze dikin, derfetên perwerdeyê yên veşartî diafirînin, binpêkirinên mafên mirovan belge dikin û torên piştgiriyê ava dikin.
Enstîtuyê her wiha tekez kir ku berxwedana jinên Efgan bûye sembola biryardarî û pabendbûna ji bo bidestxistina wekheviyê û dabînkirina derfetên çêtir ji bo nifşên pêşerojê.
Xelata Chatham House ji sala 2005’an vir ve tê dayîna kes, kom, an rêxistinên ku endamên enstîtuyê sûd didin beşdariya girîng di pêşxistina têkiliyên navneteweyî de. Xelatgirên berê yên vê xelatê Doktorên Sînornenas (Médecins Sans Frontières) û Komîteya Parastina Rojnamevanan in.







