Li Başûrê Kurdistanê di 4 mehan de 10 jin hatin qetilkirin!

  • 14:33 4 Gulan 2025
  • Rojane
 
  
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê di nava 4 mehên dawî de 10 jin hatin qetilkirin û 9 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dan.
 
Li gorî daneyên ku ji aliyê ajansa Rojnewsê ve hatine berhevkirin, di nava 4 mehên îsal de (Çile, Sibat, Adar, Nîsan) li Başûrê Kurdistanê 10 jin hatine qetilkirin û 9 jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Li gorî vê di meha Çileyê de li sînorê Silêmanî, Hewlêr û Pênciwênê 3 jin hatine qetilkirin û du jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Herwiha di meha Sibatê de li sînorê Silêmanî û Hewlêrê 3 jin hatine qetilkirin û jinek jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye.
 
Di meha Adarê de jî li Îdareya Soran, Akrê û Ranyayê jinek hatiye qetilkirin û 2 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Di meha Nîsanê de jî li bajarokê Bazyan, bajarokê Mexmûr, Akrê, Îdareya Soran û Hewlêrê jî 3 jin hatine qetilkirin û 4 jin jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
 
Hêjayî gotinê ye sala borî li daneyên ajansa me, li seranserê Herêma Kurdistanê 39 jin hatibûn qetilkirin. Ji vê hejmarê 7 jin bi awayek guman jiyana xwe ji dest da bûn.
 
Serokwezîrê demborî yê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji roja bûyî serokwezîr heya niha, rê nedyae ku daneyên kuştin, tundî û zilma li ser jinan bi awayek rast bên belavkirin. Ji ber ku rê li kuştinên jinan nayê girtin, di dadgehê de destwerdan tê kirin, bûyerên kuştinên jinan jî dewam dikin.