
Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li Şengalê hatin bibîranîn
- 11:43 18 Gulan 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şengaliyan kadroyên pêşeng yên PKK’ê Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li Şengalê bi awayeke girseyî bibîranîn. Di merasîma bîranînê de hemû cangoriyên meha Gulanê hatin bîranîn û hate gotin ku destkeftiyên Şengalê bi saya ked û têkoşîna şehîdane.
Meha Gulanê di Tevgera Azadiya Kurdistanê de weke meha şehîdan tê qebûlkirin. Şengaliyan şehîd Alî Haydar Kaytan û Riza Altun li şehîdgeha Şehîd Dilgeş-Şehîd Berxwedan ya Serdeşta Çiyayê Şengalê bi merasîmekî bibîranî. Di merasîmê de şehîd Heqî Karer û hemû şehîdên meha Gulanê jî hatin bîranîn.
Merasîm bi deqîqeyek rêzgirtinê destpêkir. Beriya axaftin destpê bike, du dayîk bi navê girseyê mûm pêxistin. Piştî pêxistina mûman dirûşmeya, ‘Şehîd Namirin’ hatin bilindkirin.
Berdevka Kordînasyona Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico di merasîmê de axivî. Riham Hico beriya dest bi axaftina xwe bike, Heqî Karer, Alî Haydar Kaytan û Riza Altun bibîranî û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Eger em îro li Şengalê bûne xwedî rêxistin, stratejî û hêza parastinê, bi saya van şehîda ye. Şehadet di nava vê tevgerê de xwedî wateyeke giranbûha ye. Êşa wê çiqas mezin be, serbilindahiya wê jî ewqase mezin e. Me jî li ser vê axê gelek egîd û qehreman daye.”
Riham Hico kongreya PKK’ê ya 12’emîn jî silav kir û got: “Em weke gelê Şengalê kongreya 12’emîn ya PKK’ê li tevahî gelê Kurdistanê, li çar parçeyên Kurdistanê, li Rêber Apo, li tevahî endam û gerîlayên azadîyê pîroz dikin. Weke jin, ciwan, dayîk her biryarek ev rêxistin û Rêber Apo bide, baweriya me bi biryarên wan heye û piştgiriya xwe radigîhinin. Di encamnameya kongreya 12’emîn de biryara fesîxkirinê hate dayîn. Lê hate gotin, ev ne dawiye, ev destpêkirina pêvajoya avakirina civakeke demokratik, ferdekî azad bikin. Ev merheleyeke dîrokî û hesase. Yê ku rastiya PKK’ê fêmkiribe, wê bizane rihê PKK’ê ava kiriye, ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê li çar aliyên cîhanê jî heye. Bandora Rêber Apo li ser hemû mirovahiyê û cîhanê jî heye.”
Riham Hico careke din kadroyên pêşeng yên PKK’ê Alî Haydar bibîrxist û got: “Rêhevalên Rêber Apo bûn. Ji bo azadiya civakê têkoşiyan. Me hevpeyvîneke heval Riza dît ku behsa rola Elewiyan dikir. Zimanê aştî û hezkirinê dixwest pêşbikeve. Em jî weke civaka Êzidî li Rojhilata Navîn xwedî rol û dîrokin. Ev merheleya PKK’ê daye destpêkirin roleke me ya girîng jî heye. Em ê jî têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke demokratîk û komînal pêşbixin. Hevalê Fûat jî, rêhevalê destpêkê yê Rêber Apo û yek ji damezrînerê tevgerê bû. Mamosteyek bû. Me xwe bi fikrê wî perwerde dikir. Ji ber vêya xwedî derketina li keda van hevalan erka me ya serekeye.”