Li Mêrsînê têkildarê 1'ê Îlonê bang

  • 17:58 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
MÊRSÎN – Li Mêrsînê  têkildarî 1 'ê Îlonê daxuyanî hat dayîn û banga avêtina gavên şênber hat kirin.
 
Rêxistina Bajêr a Mêrsînê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di çarçoveya çalakiyên 1 'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de li avahiya rêxistina xwe daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de nûnerên partiyên siyasî, endamên partiyê û welatî amade bûn.
 
Daxuyanî ji hêla Hevseroka DEM Partiyê ya Mêrsînê Bedriye Kuş ve hat xwendin û wiha hat gotin: “Em dizanin ku; Civakeke demokratîk a bê aştî ne pêkan e. Ji bo aştiyê divê gavên şênber bên avêtin. Di vê çarçoveyê de divê şert û mercên xebatê yên azad ên Abdullah Ocalan bên amadekirin. Li şûna mirin, şer û wêrankirinê; Bila aştî, azadî û biratî bê nîqaşkirin. Em bang li hemû gelên xwe dikin ku ji bo aştiyeke bi rûmet û mayînde têbikoşin.”
 
Berdevka Partiyê  Ayşegul Dogan wê beşdarî çalakiya 1'ê Îlonê bibe. Çalakî dê di saet di 19.30'an de li Parka Şevket Sumer a navçeya Akdenîzê ya Mersînê di1’ê Îlonê de pêk were.