Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hat eşkerekirin

  • 19:24 28 Tebax 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN -  Encamnameya Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî hat eşkerekirin. Di encamnameyê de girîngî bi têkoşîna tundiya li ser jinê, pêşxistina fikra xwe rêxistinkirin û parastinê derkete pêş. Her wiha di komxebatê de têkoşîna ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî biryar û helwest pêşket.
 
Îro li geliyê Kersê yê Şengalê bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komxebateke jin hate lidarxistin. Komxebat li ser pirsgirêkên zêhniyetê, zayendparêzî, kuştin û xwekuştinên jinan, çareseriya wê û rola jin di vejîn (ronesansa) Êzidiyan de bi semîner û nîqaşan, hate destgirtin.
 
Beşdarên komxebatê bi taybet balkêşan ser mijarên kuştin, xwekuştin, zewaca di temenê biçûk de, fire jinî, bandora lîstina qûmarê ya mêran, li ser jinan, vexwarina meşrûbê û gelek weke mijarên weke vêya hatin nîqaşkirin û weke rêya çareseriyê jî xwe rêxistinkirina jin û bûyîna xwediyê zanista xweparastinê hate nîqaşkirin.
 
Piştî dayîna semînerên, ‘sosyolojiya jinên Êzidî, bandora fermanan li ser jinan, di ronesansa Êzidiyan de rola jin û xweparastinê’ encamname hate eşkerekirin. Di encamnameyê de gelek xalên girîng ên derbarê jinên Şengalê û azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de hebû. Encamnameya Komxebata Jinên Êzidî ji aliyê mamoste Lîza Feqîr ve hate xwendin.
 
Di encamnameyê de îşaret bi van xalan hate kirin;
 
‘‘Li ser banga Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ li Rojhilata Navîn pêvajoyeke nû destpê kir. Rêber Apo bi banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ ji bo civaka êzidî jî wek ronesansê bi nav kir. Li ser vê esasê di komxebata ronesansê de, me di pêvajoya ronîbûn û nûvejinê de rola jin çi ye, nîqaş kir û biryardariya tevlîbûna tekoşîna pêvajoya demokratîk da.
 
Em bûn  parêzvanên çandê
 
Di dîroka Êzdayetî de jin her tim bi rola pêşengtî û parazvana çandê rabûye. Lê bi pêşketina zihniyeta zayendperest û mêr-dewletê re, jin ji civakê û hemû qadên jiyanê hat dûrxistin û tunehesibandin. Di şexsê jinê de civak bi qirkirin û fermanan re rû berû ma. Ev dîrok mîna werçerxekê li jiyan û hêviyên pêşerojê digeriya.   
 
Ramanên Rêber Apo û pêşîgirtina fermanan
 
Lê bi fikir û ramanên Rêber Apo pêşiya fermana 74’an hat girtin. Piştî fermana 74’an me weke jin û civaka Êzidî li dor fikir û felsefeya Rêber Apo xwe bi rêxistin û perwerde kirin. Û ev rewş jî bû jinûve zayîna jin û civaka êzidî. Rêber Apo di banga xwe ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ û peyama xwe ya herî dawî ku ji civaka me re şandibû, diyar kiribû ku dawiya fermanan hatiye û îşaret birêxistinkirina jinan, xurtkirina pergala xweparastinê û bi pêşengtiya jinan pêkanîna ronesansa civaka êzidî û xwedîderketina wê, kiribû.
 
Ronesans di fikir de xwe pêşxistine û bi têkoşînê avêtina bingeha jiyana azad. Di komxebatê de me nîqaşên berfireh kirin û di çarçoveya erkên me yê avakirina civaka aştî û demokratîk de, ji bo pêşxistina ronesansa civaka êzidî hîn biryar hatin girtin.
 
*Ji bo biserxistina pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Apo ku mîmarê ronesansa êzidiyan e û ji bo Rêber Apo bikaribe hîn baştir rola xwe ya pêvajoyê bilîze, azadiya wî ya fîzîkî şert e.
 
*Divê  demildest di çarçoveya ‘Mafê Hêviyê’ de tekoşîn were bilindkirin.
 
*Ji bo pêkhatina ronesansa civaka êzidî xwe li dor ronahiya zanista jineolojiyê perwerdekirin û pêkanîna veguherîna zihnî.
 
*Li hember her cureyên êrîş û kuştina jinan, li ser esasê xwezanekirinê, xurtkirina parastina cewherî ya jinan.
 
*Ji bo li ser xaka Êzidxanê  jiyana demokratîk û komînal li ser esasê weheviya jin û mêr pêk were, bilindkirina têkoşînê.”
 
Encamname bi dirûşmeyên ‘‘Bijî Serok Apo’’, ‘‘Bêserok Jiyan Nabe’’ û ‘‘Jin jiyan azadî’ bi dawî bû.