
MKG'ê rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger eşkere kir
- 10:22 2 Îlon 2025
- Rojane
AMED - MKG'ê di rapora xwe ya binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tebaxa 2025'an de ragihand ku rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cudakariyan re rû bi rû dimînin û hat gotin:"Di encamê de, rojnamevan ne tenê ji ber ku rojnamevan in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin."
Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a meha tebaxa 2025'an eşkere kir. MKG'ê di rapora xwe de ragihand ku binpêkirina mafên jinên rojnameger meha tebaxê de jî dewam kiriye û hat gotin:"Rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cudakariyan re rû bi rû dimînin. Zîhniyeta serdestiya mêr, axaftina jinan a li pêşberî raya giştî wekî gef dibîne. Di encamê de, rojnamevan ne tenê ji ber ku rojnamevan in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin."
Di dewamiya rapora MKG'ê de wiha hat gotin:
Rojnamevan ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî û nasnameyên xwe yên civakî bi mekanîzmayên piralî yên zext û tundûtûjiyê rû bi rû dimînin. Rapora Binpêkirinên Mafan a Tebaxa 2025'an, ku me wekî Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) amade kiriye, careke din rewşa xirab a azadiya çapemeniyê ya li Tirkiyeyê û cudakariya sîstematîk a li dijî rojnamevanan, eşkere dike.
Di tevahiya tebaxê de, rojnamevan rasterast bi gefan rû bi rû man, şopandina wan a nûçeyan hatin astengkirin û ew bi destdirêjiya darazê rû bi rû mane. Rojnamevana jin C.K., ku li dijî gefên bi rêya medyaya dîjîtal wergirtibû giliyê sûc kir, encax, tenê bi girtina sûcdar hate parastin. Ev mînak nîşan dide ku mafê jiyana rojnamevanan di xetereyê de ye.
Krîmînalîzekirina rojnamevanan di meha tebaxê de bi awayên cûrbecûr berdewam kir. Cezayê kelebçeya elektronîk a li ser rojnamevan Rehîme Karvar nîşan dide ka çawa tedbîrên cezayî yên ku azadiya derbirînê sînordar dikin têne normalîzekirin.
Ji aliyekî din ve, Dadgeha Destûrî di serlêdanên Mudura Nûçeyan a JINNEWS'ê Oznûr Deger û rojnameger Dîcle Muftuoglu de tespîta binpêkirina mafan a qismî kir. Ev nêzîkatiyek nebaş a li hember azadiya ramanê nîşan dide. Girtina rojnamegeran a demdirêj, sînordarkirina gihîştina dosyayan û darizandinên nebêalî baweriya bi pergala edaletê bi kûrahî lawaz dike.
Astengiyên rê li ber rojnamevanan digirin û nahêlin rojnameger pîşeya xwe bidomînin, tenê bi gefên fizîkî û destdirêjiya darazê ne sînordar in. Zextên aborî jî wekî sansurê ye. Derxistina ji kar a 13 xebatkarên çapemeniyê yên rojnameya Nefesê careke din bandora wêranker a bêewlehî û bêserûberiya di sektora medyayê de li ser rojnamevanan eşkere kir.
Rawestandina mafên îlanê yên heşt rojnameyên herêmî yên li Mersînê ya ji aliyê Saziya Îlanê ya Çapemeniyê ve, di meha tebaxê de, zextên aborî yên sîstematîk nîşan dide. Vê biryarê ne tenê zirar da çapemeniya herêmî, lê di heman demê de zirar da mafê raya giştî ya gihîştina nûçeyan.
Di warê dîjîtal de, sînordarkirinên gihîştinê, girtina hesaban û qedexeyên îlanê ji bo bêdengkirina dengê medyaya serbixwe hatine bikaranîn. Astengkirina hesabên medyaya dîjîtal ên dezgehên medyayê yên wekî Yeni Yaşam, Xwebûn, Ajansa Welat, Kaos GL û ETHA mudaxeleyek bi zanebûn e. Ev ji bo nedîtina medyaya rexnegir e. Astengkirinên dîjîtal ne tenê rê li ber azadiya çapemeniyê digirin, lê di heman demê de kanalên beşdariya demokratîk a di civakê de jî digirin.
Her çend binpêkirinên li Tirkiyeyê giran bin jî, êrîşên li ser rojnamevanan bi sînorên me ve sînordar nînin. Li Filistînê di bin şer û dagirkeriya berdewam de rojnamevan rasterast dibin hedef û gelek xebatkarên medyayê, di nav de rojnamevanên jin jî hene, tên kuştin. Tevî rojnamevan Meryem Ebû Dekka, di êrîşên Îsraîlê yên li ser Filistînê de şeş rojnamevan, hatin kuştin. Meryem Ebû Dekka, ji bo Independent Arabia û AP'yê û ji bo gelek dezgehên medyayê, rojnamegerî dikir.
Mirina rojnamevanên nûçe dişopandin a di êrîşên li Xezeyê yên mehên dawî de, tunehesibandina azadiya çapemeniyê ya gerdûnî nîşan dide. Kuştina rojnamevanan ne tenê êrîşek li ser mafê jiyanê yê takekesî ye, lê di heman demê de êrişa li ser mafê hemû civakan ê agahdariyê ye. Ev yek nîşan dide ku bêdengkirina çapemeniyê bûye polîtîkayek gerdûnî.
Wekî MKG'ê, em hevkarên xwe yên ku li Filistînê jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin û berpirsiyariya xwe ya ji bo berfirehkirina lêgerîna rastiyê ya ku têkoşîna wan ji me re hiştiye dubare dikin.
Rojnamevan ne tenê ji ber çalakiyên xwe yên pîşeyî, lê di heman demê de ji ber nasnameya xwe jî bi cudakariyan re rû bi rû dimînin. Zîhniyeta serdestiya mêr, axaftina jinan a li pêşberî raya giştî wekî gef dibîne. Di encamê de, rojnamevan ne tenê ji ber ku rojnamevan in, lê di heman demê de ji ber ku jin in jî dibin hedef, tên bêdengkirin.
Ev zexta dualî ya ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin, girîngiya wekheviya zayendî ya di qada medyayê de nîşan dide. Sîstemeke medyayê ya azad û demokratîk tenê dikare bibe sedem ku rojnamevan di şert û mercên ewle û wekhev de bixebitin.
Daxwazên MKG'ê wiha ne:
*Divê zextên li ser rojnamevanên jin tavilê bi dawî bibin.
*Divê pêvajoyên darizandinê bi awayekî bêalî, dadperwerane û zelal werin kirin.
*Divê pratîkên sansurê yên dîjîtal bên rakirin.
*Divê rojnamevanên girtî werin berdan û azadiya ramanê were misogerkirin.
*Divê mekanîzmayên navneteweyî yên ji bo parastina mafê jiyanê yê rojnamevanan li Filistîn û deverên din ên cîhanê werin xurtkirin.
Nabe rojnamevanên jin bên bêdengkirin! Nabe azadiya çapemeniyê bê astengkirin!
Daneyên îstatîkî yên rapora binpêkirina mafên jinên rojnameger a tebaxa 2025'an
1) Binpêkirina mafên ewlehî û mafê jiyanê ya rojnamegeran
Yên êriş li wan hatin kirin Rojnameger -
Weşan -
Rojnamegerên hatin kuştin -
Rojnamegerên bi ser mala wan de hat girtin -
Rojnamegerên hatin binçavkirin -
Rojnamegerên hatin girtin -
Rojnamegerên ji bo îfadeyê bang li wan hatin kirin -
Rojnamegerên bi muameleya nebaş rû bi rû man 1
Rojnamegerên gef li wan hat xwarin 1
Rojnamegerên şopandina nûçeyên wan hat astengkirin 1
Binpêkirina mafên li girtîgehan -
2) Binpêkirina mafên îfade ramanê ya rojnamegeran
Rojnamegerên derbarê wan de lêpirsîn hat destpêkirin -
Rojnamegerên doz li wan hatin vekirin -
Rojnamegerên hatin cezakirin hejmara kesan -
cezayê girtîgehê -
cezayê pere -
Rojnamegerên darizandina wan didomin hejmara dosya 1
hejmara kesan 2
Hejmara rojnamegerên girtî (Ji 04’ê Çileya 2023’yan heta niha) 5
3) Binpêkirina mafên civakî/aborî yên rojnamegeran
Rojnamegerên dawî li karê wan hat anîn 13
Rojnamegerên qerta wan a çapemeniyê hat betalkirin -
4) Astengkirina mecrayên înternet-dîjîtal medya
Sîteyên înternetê yên hatine girtin 8
Hesabên Medyaya dîjîtal ên hatine girtin 5
Platformên medyaya dîjîtal ên hatine astengkirin -
Lîsteya rojnamegerên girtî
1.Elif Ersoy – Berpirsa Karê Nivîsê ya Kovara Yururuş
2.Hatice Duman - Mudura Karê Nivîsê û Xwediya Rojnameya Atilim
3.Ozden Kinik - Xebatkara berê ya TRT'ê
4.Perihan Erkilinç – Nûçegîhana Ozgur Gelecek
5.Songul Yucel – Gerînendeya Weşana Giştî ya Kovara Onsoz