Li Cizîrê 21 kesên di qedexeyan de hatibûn qetilkirin hatin bibîranîn

  • 21:29 4 Îlon 2025
  • Rojane
ŞIRNEX - Li Cizîrê 21 kesên ku 10 sal berê di dema qedexeya derketina derve ya 8 rojan de hatibûn qetilkirin, li ser gorên xwe hatin bibrîanîn.
 
Li navçeya Cizîr a Şirnexê, 21 kesên ku di dema qedexeya derketina derve ya di 4'ê Îlona 2015'an de hat îlankirin û heya 12'ê Îlona 2015'an dewam kir de hatin qetilkirin, li Goristana Asrî ya Cizîrê li ser gorên xwe hatin bibîranîn. Bîranîn bi pêşengiya MEBYA-DER'ê hat lidarxistin. Parlamenterên DEM Partiyê yên Şirnexê Newroz Ûysal Aslan û Zekî Îrmez, endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Şirnexê û gelek kes beşdarî bîranînê bûn.
 
Bîranîn bi rêzgirtinê dest pê kir. Newroz Ûysal Aslan ku piştî rêzgirtinê axivî, anî ziman ku bi vê komkujiyê re xwestin peyama kurd nikarin xwe bi rê ve bibin bidin û got ku hê hesabê binpêkirinên mafên jiyanê yên di dema qedexeyê de nehatiye pirsin.
 
Newroz Ûysal Aslanê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û got: "Aştiyeke rasteqîn bi statuya kurdî û bi naskirina nasnameya kurd pêkan e. Tiştên 10 sal berê hatin daxwazkirin û yên îro tên daxwazkirin heman tişt in. Bersiva dewletê ya li dijî vê jî bi ser neket. Di mirinê de serkeftin tüne ye. Serkeftin ne astengkirina şînan û şikandina kêlikan e. Serkeftina rasteqîn naskirina gekan û qebûlkirina zimanê wan e. Divê tiştên di navbera 4-12'ê Îlonê de qewimîn bên eşkerekirin. Em ê her tim hesabê qewimînên 10 sal berê bipirsin."
 
Bîranîn piştî duayan bi dawî bû.