
Komkujiya Koşuyoluyê di sala 19’emîn de ye
- 09:06 12 Îlon 2025
- Rojane
Şehrîban Aslan
AMED - Li Amedê li Parka Koşuyolu di 2006’an de di teqîna pêk hat de 10 kesî jiyana xwe ji dest da. Gumanbarên bûyerê hîna derketine holê û di 19’emîn salvegera komkujiyê de vê rewşê ev komkujî hîna nedaye jibîrkirin.
Li navçeya Rezan a Amedê li Parka Koşuyolu di 12’yê Îlona 2006’an de teqîn pek hat û 10 kes hatin qetilkirin. Di ser komkujiyê de 19 sal derbas bû. Piştî êrîşê Tugaya Tolgirtina Tirk (TÎT) bûyer girt serxwe û di bûyerê de; xwişk û birayên hev Abdullah (6 mehî), Nazlican (4) û Nazar Çetinkaya (2), xwişk û birayên hev Şilan (6 mehî), Zilan (8), Evin (10), Mizgin Demîr (12) û dayika wan Faîde Demîr, Hasan Mrangoz (14), Rojhilat Aslan (28) hatin qetilkirin. Bariş Demîr yê 5 salî, Maîde Çetînkaya û Alî Haydar lingên xwe, Emîne Yetîşecek jî milê xwe yê çepê winda kir.
Piştî komkujiyê li Rezan esnafan kepenk girtin. Bi pêşengiya Platforma Demokrasiyê ya Amedê, li Qada Koşuyolu çalakiyek pêk hat û bi banga platformê sê rojan şîn hat îlankirin.
TÎT’ê girt serxwe dosya hat windakirin
Piştî komkujiyê çapemeniya alîgir got PKK’ê bûyer kiriye lê di nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) de hat diyarkirin ku TÎT’ê êrîş girtiye ser xwe. Dosya navbera Walitiya Amed, emniyet û serozgeriya komarêde hat windakirin.
Kite kitên teqînê
Di îdianameya piştî operasyona Ergenekonê de hat amadekirin de şopên teqîna li Parka Koşuyolu jî hatin dîtin. Klasora hejmar 243 ya di klasora pêvek a îdianameyê de bi navê ‘Dosya Amedê’ dkeret holê. Di klasora 537 rupelî pêk tê de belgeyên der barê teqîn ali amedê, nivîsên dozgeriyê, rapora otopsiyê, girtekên îxbarê, nivîsandinên bi emniyetê re, girtekên operasyonê, muzakereyên navbera serdozgeriya Amed û Stenbolê de, girtekên îfadeyên gumanbaran, girtekên cendermeyan cih girtine hebûn. Lê di belgeyên pêvek yên li parêzeran hatin belavkirin de 444 rupelên klasorê cih negirtin.
Birin dadgeha îdarî ya herêmê
Ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane û birîndaran serlêdana navbera 350 hezar û 700 hezarî de tazmînatê hat kirin. Wê wezaretê ev red kir. Walîtiya Amedêji bo kesên di êrîşê de hatine qetilkirin biryara 18 hezar tazmînatê da. Walîtiyê ji bo Maîde Çetînkaya ku sê zarokên xwe winda kir û lingê xwe winda kir jî 5 hezar û 920 TL, ji bo Bariş Demîr yê dayika xwe û sê xwişk û birayên xwe û lingê xwe winda kir jî hezar û 315 TL tazmînat da. Parêzeran ev tazmînat kêm dîtin û li ser vê biryar birin Dadgeha Îdarî ya Herêmî.
Kusura xizmetê tuneye!
Dadgaha îdarî bi hinceta îxbar û îstîxbaratek der barê teqîne de tuneye, kusurê xizmetê ya saziyan nedît û doza malbata vekir jî re dkir. Malbatan serî li daniştay dan û di 21’ê Adara 2015’an de ji aliyê 15’emîn Daîreyê ve hat redkirin. Malbatan li ser vê biryarê 22’ê cotmeha 2013’an de serî li Dadgeha Destura Bingehîn dan. Dadgehê di 20’ê Nîsana 2016’an de ji bo darizandina ji nûve dosya şand dadgeha herêmî.
Yekemîn Dadgeha Îdarî ya Amedê ku ji nûve darizandin kir, biryar da ku ji bo malbatan 20 hezar TL tazmînat bê dayîn.
Li gumanbaran ceza
Doza der barê sê gumanbaran de hatibûn vekirin jî li 5’emîn Dadgeha Ceza Giran a aMedê hat dîtin û runiştina biryarê di 17’ê Gulana 2012’an de hat dîtin. Li gumanbar Hîkmet Topal û Burhan Guneş ji sûcê ‘yektiya dewletê xerakirin’ carekê, ji sûcê ‘ji qestî kes kuştin’ 11 caran muebeta giran, ji sûcê ‘plankirî û teşebusa qetilkirina 14 kesî2 jî 216 sal û cezayê girtîgehê birî.
Abîdeya Mafê Jiyanê…
Li Parka Koşuyolu ku teqîn lê hatibû jiyîn, ji bo bîranîna 10 kesî ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di 2008’an de ‘Abîdeya Mafê Jiyanê’ hat avakirin.